'Dîcle ya zarok ji gardiyanan ditirse û digirî' 2019-01-09 09:21:43 RIHA - Zelîha Karadaş a bi keça xwe ya 2 salî Dîcle re li Girtîgeha Rihayê girtî ye got: "Keça min Dîcle ji gardiyanan ditirse. Ji ber vê yekê jî bênavber digirî."  Hevjînên hev Zelîha û Mehmet Akîl Karadaş ên ji gundê Aşmê ya Navçeya Bîrecûka Rihayê ne, di mijdara 2017'an de cezayê wan hat erêkirin û bi keça xwe Dîcle ya 1 salî re hatin girtin. Dîcle niha li girtîgehê bûye 2 salî. Zelîha Karadaş û keça xwe Dîcle li Girtîgeha Jimara 2'an a Tîpa T ya Rihayê tên ragirtin. Dayik Zelîha bi rêya xizmên xwe daxuyanî da û got ev 23 meh in keça wê pê re girtî ye û her ku diçe derûniya keça wê xera dibe.    'HER TIM DIGIRÎ'    Karadaş anî ziman ku keça wê her tim li qawîşê digirî û got: "Mehmet Akil jî di heman girtîgehê de ye. Dîcle di mehekê de 3 car girtÎ û carek vekirî dikare bavê xwe bibîne. Piştî di meha îlona 2018'an de hejmara girtiyan zêde bû, min Dîcle şand cem xwezûr û xwesiya xwe. Piştî 3 meh li derve ma di 22'ê mijdara 2018'an de dîsa anîn cem me. Di girtîgehê de xwedîkirina zarokan pir zor e. Girtîgeh tesîrek neyînî li ser derûniya Dîcle dike. Aciz dibe. Ji gardiyanan ditirse. Di warê memayê de her tim pirsgirêk heye. Li ser israra hevalan ev pirsgirêk çareser bû. Her tim dixwaze bileyîze, lê cih ne guncav e. Dixwaze her tim em pê re eleqedar bibin. Li dijî bêdengiyê her tim dengê xwe derdixe. Di warê tenduristiyê de girtîgeh ne cihê xwedîkirina zarokan e.    Zarokên din ên malbatê Abdullatîf (4), Fatmagul (9) û Emîne (10) li cem kalik û pîra xwe dimînin.