Rêveberê DBP'ê Gunduz: Polîs gefan li min dixwin 2019-01-09 09:23:10 ÎZMÎR - Rêveberê DBP'ê Ayhan Gurbuz, bilêv kir ku polîsa gefan lê dixwin û li kuçeya mala wî lê ye tim nasnameya wî tê kontrolkirin. Gurbuz, destnîşan kir ku agahiyên nerast ji nasên wî re tên ragihandin û serî li ÎHD'ê da.  Di demên dawî de li Îzmîrê polîs sîxurtiyê li gelek kesan ferz dikin. Lê belê vê carê jî, sal û nîvek rast gefan li Rêveberê DBP'a Bûca ya Îzmîrê Ayhan Gurbuz dixwin. Karkerê înşeatê Gurbuz destnîşan kir ku polîs ji ciwan, esnafên li derdorê û malbata Gurbuz re dibêjin Gurbuz ne kesekî ewle ye û kuje re. Li ser vê yekê Gurbuz serî li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) da.    Gubuz, anî ziman ku sal û nîveke rêveberê DBP'ê ye û bênavber bi zext û zoriyan re rû bi rû dimîne. Gurbuz got: "Polîs tim gazî ciwanan dikin û dibin emniyetê û deverên din û gefan li wan dixwin. Sîxurtiyê li wan ferz dikin. Ji ciwanan re dibêjin 'ev zilam kesekî xirab e, pê re negerin.' Her wiha li taxê jî di ser esnafan re gefan li min dixwin û ditirsînin. Wekî kesekî bi karên cuda re eleqedar dibim têm nîşandan. Ciwanên serî li ÎHD'ê didin dîsa gazî wan dikin û dibin qereqolê. Polîs dibêjin 'na ev polîs ne ji me ye.' Êdî mirov nizane ka dixwazin çi bikin."    'WÊ XEBATÊ ME DEWAM BIKIN'    Gurbuz, anî ziman ku ji ber di partiyeke siyasî de rêveber e, hem ew hem jî malbata wî bi zext û zoriyan re rû bi rû dimîne. Gurbuz, destnîşan kir ku tiştên pê tê tawanbarkirin ne rast in û qebûl nake. Gurbuz, diyar kir ku hin malbat jî gef lê dixwin û davêjin ser mala wî. Gurbuz, diyar kir ku ev polîtîkayeke çewisandinê ye û got: "Ji ber em li qadê ne û siyasetê dikin her tiştî dikin. Ya tê kirin çewisandineke siyasî ye. Gelek kes tên binçavkirin û girtin. Ya niha tê kirin jî asteke din a polîtîkaya çewisandinê ye. Ji partiya me kesan hedef didin nîaşndan û dixwazin mirov jê dûr bikevin. Ji ber em ciwan in bêtir bi ser me de tên. Dixwazin ciwanan ji siyasetê dûr bixin û ber bi jiyaneke yoz ve bişînin. Gelek ciwan bûne pêgirtiyê tiryakê. Em naxwazin ciwan têkevin vê rêyê. Loma em ê di çarçoveyeke fermî de xebatên xwe tim bidomînin."    Gurbuz, anî ziman ku 14 sal in ew li ser îneşatan dixebite û got: "Diçim kuderê min dişopînin. Êdî nikarim bi rihetî biçim malê û rakevim. Bi rihetî nikarim bigerim. Tim gefan li min dixwin. Notirvanên taxê pêşî li GBT'ya min dinerin û paşê ser min sehî dikin. Ev li kuçeya mala min lê ye tê kirin. Ji ber van pêkanînan min serî li ÎHD'ê da. ÎHD'ê serlêdana min ji dozgeriyê re şand."