‘Di nexweşîna weremê de teşhîsa zû girîng e' 2019-01-09 09:24:39 ÊLIH - Li cîhanê yek ji nexweşînên xedar û kujer werem (tuberkuloz) e. Di sala 2017'an de li cîhanê ji ber vê nexweşînê 1.3 milyon kes mirin. Li Tirkiyeyê jî li 12 hezar û 46 kesî werem peyda bû. Bijîşk Mahsûm Acar, diyar kir ku dermankirina vê nexweşînê heye û bal kişand ser teşhîsa di wext de.  Li Tirkiyeyê hefteya ewil a meha Çile wekî "Hefteya Weremê" tê pîrozkirin. 50 sal in dermnakirina vê nexweşînê pêkan e, lê belê hîn jî li cîhanê zêde rû dide û wekî nexweşîneke xedar û kujende ye. Li gorî rapora 2018'an a Rêxistina Tenduirstiyê ya Cîhanê, di 2017'an de li tevahiya cîhanê werem li nêzî 10 milyon kesî peyda bûye. Ji evan kesan nêzî 1.3 milyon kes ji ber weremê mirine. Li gorî raporê ev nexweşîn herî zêde li parzemîna Efrîka û Asyayê rû dide. Dîsa li gorî raporê li ser 1.7 milyar mirovî mîqroba weremê heye.    NEXWEŞ HERÎ ZÊDE LI STENBOLÊ NE    Li Tirkiyeyê jî, li gorî daneyên 2017'an ên Wezareta Tenduristiyê; 12 hezar û 46 nexweşên weremê hene. Ji evan 3 hezar û 552 kes jê li Stenbolê ne, 599 jê li Îzmîr, 578 li Bûrsa, 291 jê li Riha, 280 jê li Dîlok, 211 jê li Amed, 73 jê li Mêrdîn, 62 jê li Şirnexê, 61 jê li Êlih, 41 jê li Sêrt û 2 jê jî li Dersimê ne.    'TÊ DERMANKIRIN'    Têkildarî mijarê bijîşk Mahsûm Acar, bi bîr xist ku nexweşîna weremê nexweşîneke perokî ye û got: "Werem bi hilmijîna mîkrobên di dema fişikîn, kuxikandin û axaftinê de berbelav dibin dest pê dike. Mîkroba wê bi piranî li qadên tavê nabîne rû dide. Li Tirkiyeyê herî zêde ev nexweşîn li hêla Stenbolê heye. Ev hejmar li bajarekî qelebalix di biniya nêvengê de ye. Mesela li Heskîfê 3 kes hene. Li gor bajarên qelebalix ev hejmar pir zêde ye. Sedema vê jî ji ber nexweşîneke perokî ye."    Acar, destnîşan kir ku her çend nexweşîneke xedar be jî, lê belê tê dermankirin. Acar, destnîşan kir ku di vê nexweşînê de teşhîsa zû pir girîng e û got, ger nexweşek nexwaze tedawî bibe salê ji ber wî/ê nexweşî/ê 10-15 kes pê dikevin.    'DERMANKIRINA WÊ BELAŞ E'    Hemşîre Semra Ari ku nexweşên weremê ji nêz ve dişopîne jî got: "Em nexweşên bi vî rengî bi awayekî rêkûpêk dişopînin. Wexta kes bi vê nexweşînê dikeve agahiyn nasnameya wî nayên aşkerekirin û bi vî tê dermankirin. Ji ber derûniya vê nexweşînê hin nexweş hene naxwazin tedawî bibin. Lê belê piştî çend hevdîtinan qaneh dibin. Dermanên vê nexweşînê belaş in. Xwazî ewlehiya tenduristiyê hebe xwazî bila tune be, her tiştbelaş tê kirin."