Baxçeyê Gel bi kêrî xizmên AKP'iyan tê 2019-01-09 09:26:43   ENQERE -  Baxçeyê Gel ê li Enqereyê, bi kêrî hevjînê parlementera AKP'î hat. Projeyên avahiyan ên mezin ên li derdora Baxçeyê Gel bûn qadên rantê.    Pasifîk Înşaat li kêleka Baxçeyê Gel ku li Enqereyê dest bi çêkirina wê hat kirin, dest bi Projeya Merkez Akara kir. Ankara'nın yapılması planlanan Millet Bahçesi'nin yanına Pasifik İnşaat tarafından Merkez Ankara Projesi başlatıldı. Serokê Desteya Rêveber a Pasîfîk Înşaatê Fatîh Erdogan e. fatîh Erdogan hevjînê Parlementera AKP'ê ya Enqereyê Asûman Erdogan e. Her wiha Serokê Giştî yê AKP'ê û Serkomar Recep Tayyîp Erdogan di sala 2013'an de tev li vekirina rezîdaans û AVM2ya Next Levelê ya Pasîfîk Înşaatê bibû û xwestibû navê wê bê guherandin û navekî bi tirkî lê bê kirin.    Fatîh Erdogan, di axaftina xwe ya 9'ê Îlona 2018'an de diyar kiribû ku projeya wan qada hêşîn a herî mezin a bajêr e û cînarê baxçeyê gel e.    Proje li qadeke 125 hezar metrekareyê hatiye çêkirin û hasilata wê 4.2 milyar TL ye.    'XWESTIN AVAHIYA EDLIYEYÊ VEGUHÊZÎNIN'    Seroka Şaxa Odeya Mîmaran a Enqereyê Tezcan Karakûş Candan Projeya Merkez Ankarayê nirxand û anî ziman ku ya tê kirina "projeya paqijkirina bajêr" e.    Candan, bilêv kir ku qada înşaat lê tê çêkirin 125 hezar metrekare ye û li vê qadê înşaateke milyon û 333 hezar metrekare hatiye destpêkirin. Candan, anî ziman ku di çarçoveya Projeya Merkez Ankara de dibistan, navenda alvêrê, avahiyên cemaweriyê, îbadetxane, avahiyên ofîsê, oteel û avahî hene û rapora ÇED'ê ya vê yekê ji darazê re hatiye şandin û darazê diyar kiriye ku vê ev yek bibe sedema qirêjbûna hewayê.    Candan, destnîşan kir ku hatiye xwestin avahiya Edliyeyê veguhêzin cem Merkez Ankarayê lê belê di dozên ku me vekirin de derket holê ku wê avahiya edliyeyê neyê veguhastin, îjar loma Baxçeyê Gel xistine rojevê.    Candan ji bo Serokê Desteya Rêveber a Pasîfîk Înşaatê ku têkiliya wî bi AKP'ê re heye jî got: "Bi piranî qadên rantên didin alîgirên xwe."    'PROJEYA OPERASYONA BAJARIYÎ'    Candan, bilêv kir ku li navendeke dîrokî ya wekî Ûlûsê çêkirina projeyeke wisa nîşan dide ku ev proje projeya rantê ye û got: "Bajêr dikin perçeyekî dîtina xwe ya bîrdoiyî û sermayeyê. Em dibînin ku Baxçeyê Gel wê ji bo firotina projeyan bibe reklam. Wexta em li reklamên firotina projeyên Merkez Ankarayê dinerin tê gotin 'Cînarê Baxçeyê Gel', 'Avahiyên Bi Dîmena Baxçeyê Gel.'" Candan diyar kir ku, tevî Projeya Merkez Ankarayê Baxçeyê gel jî projeyeke oeprasyona bajariyş ya mezin e û got: "Ev proje ji hêlekê ve rantê bi dest dixe ji hêlekê ve jî nirxên me texrîb dike. Divê ev texrîbat bê sekianndin. Li qesra qaçax serokomarek heye ku dibêje ew biryarên dadgehê esas nagirin. Ji bo vê divê hiqûq ji nû ve bê avakirin."