Leyla Xalîd ji Guven re name şand : Li dijî birçîbûnê dê têkoşîna te qezenc bike 2019-01-16 12:09:20 NAVENDA NÛÇEYAN - Endama Eniya Rizgariya Gel a Fîlîstinê Leyla Xalid, ji bo Leyla Guven name şand û got:"Greva birçîbûnê çiqas zor be jî, têkoşînek bi rûmet e. Li dijî birçîbûnê de têkoşîn û sebra te qezenc bike.    Endama Eniya Rizgariya Gel a Fîlîstînê Leyla Xalid ji bo Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê ya Colemêrgê Leyla Guven a li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 70'î rojin di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger deye nameyek şand.    Nameya Leyla Xalid wiha ye:   "Ji Leyla Xalîd a Fîlîstî ji bo Leyla Guvena Kurd   Hevala min a hêja Leyla Guven. Ey Leylaya di zindana zaliman de, ji tere bihezaran silavên gerim dişînim. Girtîgeh nikaribû bibe kelem li pêşiya dengê te ku bigihîje me da ku em bi te bisekinin û zextê li parlamentoyên hemû cîhanê bikin ku ji bo pêkanîna xwestekên te bikevin tevgerê, ji bo ku hemû girtiyên siyasî û di serî de Şoreşgerê Mezin Abdullah Ocalan, bên berdan.    Armanca greva birçîbûnê ya ku têkoşerên di girtîgehên Tirkiyeyê yan jî di yên Îsraîlê de li dijî sîstemên desthilatdar ku dixwazin dengê gelên azadîxwaz, edaletî, civakî û demokratîk, qut bikin didin meşandin.   Ez bi navê xwe û bi navê jinên Filistînê dengê xwe tev li dengê te dikim ku hemû cureyên binpêkirinê li dijî têkoşeran werin sekinandin.   HEVALA MIN A HÊJA, LEYLA    Teqez zilma li girtîgehan zêde dewam nake. Bi têkoşîn û sebra li ser birçîbûnê rastî dê bi ser bikeve.   Greva te ya birçîbûnê her çiqas bi êş e jî, lê şêweyê herî bi rûmet a têkoşînê ye. Gelê te û hemû azadîxwazên cîhanê bersiva vê çalakiya te didin, ez eniya te maç dikim, bi destên te digirim, tê her ji bo jinên cîhanê mînak bî. Bi hêviya azadiyê…   Hevala te ya têkoşînê Leyla Xalid.”