Rewşenbiran li Meclîsê HDP ziyaret kir 2019-01-17 14:07:19 ENQERE - Rewşenbirên ku li meclîsê HDP ziyaret kirin, diyar kirin ku tora berxwedanê ya HDP’ê girîng e û wiha gotin: "Beyî HDP demokrasî ne pêkan e." Rewşenbir Baskın Oran got: "Ocalan kî ye? Mirovê ku di Nîsan û Gulana 2013'an de hevkariyek mezin da îktîdarê ye. Ger ku ev sûc be yên din hûn fêm bikin."  Rewşenbir û nivîskaran li meclîsê Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî û heyeta li gel wan zîyaret kir. Li salona Civînê ya Koma HDP'ê ya Meclîsê rewşenbir Riza Turmen, Gençay Gursoy, Baskin Oran, Nesteren Davutoglu, Osman Gurhan Ertur, Servet Demîr, Tahsin  Yeşîldere, Fîkret Başkaya û Saît Çetînoglu û ji HDP'ê Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî, Wekîlê Serokê Koma HDP'ê Ayhan Bilgen û Berdevkê HDP'ê Saruhan Oluç amade bûn. Ziyaret ji çapemeniyê re girtî pêk hat. Piştî ziyaretê rewşenbir û HDP'ê bi hevre daxuyaniya hevpar dan.    TEMELLÎ: ME PIRSGIRÊKÊN TIRKIYE NIQAŞ KIR   Hevserokê Giştî yê HDP'ê Temellî, di civîna çapemeniyê de ewil ji ber ziyaretê ji rewşenbiran re spasdariya xwe anî ziman û wiha got: "Rewşenbiran piştgiriyek mezin da. Me bi hevre pirsgirêkên Tirkiye niqaş kirin. Pirsgirêka Tirkiye ya Sereke nedemokratîkbûn e. Tirkiye her ku diçe ber bi rejîma dîktatoriyê ve diçe. Mirov nikare bêje Tirkiye dewleta hiqûqê û daraza serbixwe ye. Di mijara jiyana demokratîk de her ku diçe hilweşînek pêş dikeve. Ji bo Tirkiye demokratik bibe û azad bibe niqaşên 'em çi bikin? didome. Me îro li ser vê mijarê bi mamosteyên xwe re hevdîtin kir. Ji bo li Tirkiye şer û tecrîd bi dawî bibe divê hemû beşên civakê bibin yek."    ORAN: DIVÊ LI ROJAVA DENGÊ HDP'Ê WINDA NEBIN'   Prof. Baskın Oran jî diyar kir ku ew ji vê ziyaretê bi hevî û kêfxweşî veqetiyan û wiha got: “Me îro HDP ku ji bo demokratîkbûna Tirkiye nebe nabe û em em wê silav dikin me ziyaret kir. Em pir bi kêfxweyî û hêvî ji vê ziyaretê veqetiyan. Li aliyeki rejîma Tirkiye ku qet li Tirkiye nayê heye. Piştî hilbijartina 31'ê Adarê êdî bi vê rêveberiyê nameşe. Ji bo vê yekê divê em piştgiriyê bidin HDP’ê. Divê li Rojavayên Tirkiye jî êdî dengê me winda nebin. Ez ji vê civînê pir bi hevî veqetiyam. Ji bo demokratîkbûna Tirkiye civînek girîng bû.'    TURMEN: HDP NOKTEYEK GIRÎNG A BERXWEDANÊ YE   Parlamenterê berê yê CHP'ê û Dadgerê DMME'ê yê berê Riza Turmen jî wiha got: “Dixwazin 3’emîn partiya mezin a meclîsê li dervê siyasetê bihêlin. Ev darbeyek mezin e ji bo siyaseta Tirkiye. Divê em vê yekê asteng bikin. Yek ji sedema ziyareta me ev bû. Divê em rê li pêş vê darbeyê bigirin. Divê em nîşan bidin ku HDP jî wekî hemû partiyên siyasî yên Tirkiye rewa û zagonî ye. Em mecbûr in li Tirkiye têkoşîna demokrasiyê pêş bixin. Li dijî rêveberiya otoriter û totaliter  divê em piştgiriyê idin HDP'ê. HDP nebe têkoşîna demokratîk jî pêş nakeve. HDP ji bo têkoşîna demokratîk torek girîng e. Ger ku HDP di nava siyasetê de be dê têkoşîna demokratîk hêsantir pêş bikeve. Hebûna HDP’ê ji bo demokrasiyê pir girîn e."    'GER KU SÛC BE YÊN DIN HÛN FAM BIKIN'    Prof Dr. Baskin Oran li ser pirsa Rojnamegerekî ya der barê Ocalan û çalakiyên greva birçîbûnê de jî axivî û wiha got: “Ez bawer nakim ku çalakiyên greva birçîbûnê ji bo nasnameya Tirkiye reş bikin pêk tên. Ocalan kî ye?  Mirovê ku di Nîsan û Gulana 2013'an de hevkariyek mezin da îktîdarê ye. Ger ku ev sûc be yên din hûn fêm bikin."