ÎHD'a Îzmirê aqûbeta 11 cerdevanên hatin şewitandin pirsî 2019-01-19 15:09:24   ÎZMÎR – Şaxa ÎHD'ê ya Îzmirê û xizmên windayan di vê hefteyê de aqûbeta 11 cerdevanên ku di sala 1996'an de li  Gundê Gerê yê Basa hatin şewitandin pirsî.    Şaxa ÎHD'ê ya Îzmirê bi boneya winda bên dîtin, girtiyên nexweş bên berdan, ligel xizmên windayan û malbaten girtiyan di hefteya 465 an de li pêş avahiya Serokwezîriyê ya Konakê daxuyaniyê dan çapemeniyê. Parazvanên mafên mirovan û Xizmên windayan bi dirûşmeya “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin" li ber avahiya Serokwezîriyê kom bûn û daxuyanî dan. Xizmên windayan û parazvanên mafên mirovan vê hefteyê aqûbeta 11 cerdevanên di 10'ê Çileya 1996'an de li Gundê Gêrê yê navçeya Basa ya Şirnexê hatin kuştin pirsîn. ÎHD'ê aqûbeta cerdevan Ahmet û Halit Kaya, Abdullah Îlhan, Ali û Ramazan Nas, Neytullah İlhan, Ramazan Oruç, Hamit û Abdulhalim Yılmaz, Mehmet Oner û Lokman Ozdemir pirsîn.    ‘CENAZEYÊ 10 KESAN BÛN WEKÎ KOMIRÊ'   Rêvebera ÎHD'ê Caner Canli, diyar kir ku welatiyên hatin binçavkirin ewil birin Tabûra Cendirmeyan a Taşkonakê û li wir bi îşkenceyê hatin kuştin û wiha got: "Di 15'ê Çileya 1996'an de Cendirme li Keyayê Gunde Koçyurdu cerdevan Mehmet Oner geriya. Diyar kir ku kesên hatine binçavkirin dê wan berdin û xwest ji bo wan bibin dolmîşekê bişînin. Lê Oner ket şikê û ajokar tenê neşand. Li gel ajokar Ramazan Nas, cerdevan Hamît Yilmaz û Lokman Ozdemîr jî şand. Dolmîşa plakeya wê 56 AH 320 birin Tabûra Cendirmeyan a Taşkonakê. Cerdevanên ku piştre bi dolmîşê çûn jî kuştin û piştre tevî 6 gundiyan cenazeyê 10 kesan bi koltixên dolmîşê ve girê dan û çûwal xistin serê wan. Dolmîşa ku Nas ajokarî dikir, di kontrola cendirmeyan de ket rê. Piştî dolmîş gihişt nokteyekê, esker ji dolmîşê daketin û ajokar rêya xwe dewam kir. Piştî kêliyeke Tîmên Taybet pêşiya dolmîşê qut kir û li ser dolmîşê gule reşandin. Piştî li dolmîşê gule reşandin cenazeyê 10 kesan şewitandin. Cenazeyên ku şewitandin û kirin xwelî teslîmî malbatan kir. Beyî tespîta nasnameyan bikin û wecîbeyên olî pêk bînin cenaze bi komî defin kirin.    Canli, anî ziman ku di 13'ê Sibata 1996'an  Koma Xebatê ya Ji bo Aştiyê Bi Hevre ne, ya ji Hunermend û Rewşenbiran pêk dihat çûn Basa. Der barê komkujiyê de dewlet sucdar kirin. Der barê Serfermandariyê de serlêdana sûc kirin. Rojnameger Celal Başlangiç, ku ji bo komkujiyê lêkolîn bike çû cihê bûyerê, diyar kir ku cenazeyê gundiyan nedihat naskirin. Dozgerê ku ji bo lêpirsînê nasnameya welatiyan pirsî, Çawîşê pispor nasnameyê 11  welatiyan ji bêrîka xwe derxist û da dozger. Li ser vê yekê dozger nasname ji bêrîka xwe derxist û dest ji lêpirsînê berda. Piştî bûyerê Munir Ceylan, Ercan Kanar û Şanar Yurdatapan , rastî cezayê hepsê hatin. Lê piştre dadgehê doz xera kir û doz bi beraetê bi dawî bû. Malbatan piştre serî li DMME'ê dan û DMME cezayê tazmînatê birî. Wezîrê Dewletê yê berê Adnan Ekmen vê yekê di daxuyaniyê xwe de îtîraf dike.    Canli xwest aqûbeta 11 cerdevanên hatin şewitandin bê lêpirsin û ronîkirin.