10 xalên hevdîtinên Rêveberiya Xweser û rejîma Sûriyê 2019-01-19 15:36:19   NAVENDA NÛÇEYAN - 10 xalên ku Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ji bo hevdîtinên bi rejîma Sûriyê re parve bike amade kirin, aşkere bûn. Ji 10 xalan ên derketin pêş, Yekitiya axa Sûriyê, parastin û perwerdeya li herêmên Rêveberiya Xweser e.    Hin xalên belgenameya ku Rêveberiya Xweser a Demokratîk ji bo hevdîtinên bi rejîma Sûriyê re amade kirine aşkere bûn. Belgeyên gihişt destê Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA), li ser malpera xwe parve kir.  Hin xalên ku gihîştine ANHA`yê wiha ne:   1-Yekitiya axa Sûriyê.   2-Sîstema Sûriyê dê sîstemeke komarî ya demokratîk be, rêveberiyên xweser beşek ji vê sîstemê ne.   3-Dê nûnerên rêveberiya xweser di parlemana navendî ya li Şamê de hebin.   4-Li kêleka ala Sûriyê dê alên rêveberiyên xweser jî hebin.   5-Xebatên dîplomasiyê li herêmên rêveberiyên xweser bi awayê ku ne li dijî berjewendiyên gelên Sûriyê û ne li dijî makezagonê (destûr) bin, bêne birêvebirin.   6-Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) beşek ji artêşa Sûriyê ne, ew berpirsê parastina sînorên Sûriyê ne.   7-Hêzên Ewlehiya Hundirîn li herêmên rêveberiyên xweser, girêdayî meclisên herêmî dixebitin, bi awayê ku ne li dijî makezagona Sûriyê be.   8-Li herêmên rêveberiyên xweser zimanê dayikê zimanê perwerdeyê ye, zimanê fermî jî li Sûriyê erebî ye.   9-Li herêmên rêveberiyên xweser li fakulteyên dîrok, çand, ziman û wêje û beşên girêdayî wan, zimanê perwerdeyê dê zimanên herêmî bin.   10-Xêr û bêrên (dewlemendÎ) Sûriyê bi awayekî dadmend li herêman bêne belavkirin.