Doza Matbaaya Gunê: Hiqûqeke dijminatiyê heye 2019-01-22 09:23:08 STENBOL - Parêzer Serhat Çakmak bertek nîşanî mutaalaya der barê xebatkarên Matbaaya Gunê ku dewrî TMSF'ê hat kirin da û destnîşan kir ku ya tê kirin hiqûqa dijminatiyê ye.  Dozgeriyê di danişîna doza Matbaaya Gun'ê ku dewrî TMSF'ê hat kirin de mutaalaya xwe berpêşî dadgehê kir. Di doza ku xwediyê matbaayê Kasim Zengîn jî di nav de 21 kes pê tên darizandin de dozgeriyê pêşî îdianame bi tawanbariya "propgandaya rêxistinê" û "çapkirina weşanên rêxistinê" amade kir. Lê belê piştî demekê dozgeriyê tawanbarî guheran û xwest kesên tên darizandin bi twanbariya "endamtiya rêxistinê" û "alîkariya rêxistinê" bên cezakirin.    Wê danişîna dozê di 11'ê Sibatê de careke din li Dadgeha Cezayê Giran a 26'an a Stenbolê pêk bê.    Yek ji parêzerên dozê Hevberdevkê Platforma Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHP) Serhat Çakmak bertek nîşanî vê yekê da.    Çakmak, anî ziman ku matbaa 18 salan xebitiye û heta niha gelek berhem çap kirine û der barê gelek berhemên hatin çapkirin jî biryara berhevkirinê hatiye dayîn, lê belê paşê qeyûm tayînî matbaayê hatiye kirin û ev yek problemeke hiqûqî ye. Çakmak, bilêv kir ku cara ewil e ew bi rewşeke bi vî rengî rû bi rû dimînin. Çakmak, bi bîr xist ku der barê hemû xebatkarên matbaayê de lêpirsîn hatiye destpêkirin û got: "Ev yek di darizandnên cezayî de li dijî rêgeza kesîtiy ye. Der barê hoste û xebatkarên matbaayê de doz hatie vekirin. Ev yek ji hiqûqê wêdetir e. Ya hatiye kirin ew e ku pirtûk, kovar û rojnameyên muxalif neyên çapkirin û bi vî awayî hatiye xwestin matbaayên din jî çavtirsandî bibin."    ‘MUTAALA LI DIJÎ NORMÊN HIQÛQÊ YE'    Çakmak, destnîşan kir ku jixwe ew ne li bendê bûn ku dozger mutaalayeke azadîxwaz bide û got: "Li gorî standardên hiqûqê wexta dozgerek der barê hin kesan de mutaalayê amade bike, divê pênaseya sûcan jî bike. Eger em behsa rêgeza kesîtiya ceza dikin nexwe divê îstinada sûc jî yeko yeko li gorî kesan be. Lê belê mutaalaya hatiye dayîn dûrî vê yekê ye, dûr normên hiqûqê ye. Bêyî li sûc binerin mutaala amade kirine. Wisa nêz bûne; eger li matbaayê bixebite çatger be jî sûcdar e."    ‘DADGEHÊ NASNAMEYA ETNÎK ESAS GIRT'    Çakmak anî ziman ku kesên di dosyeyê de cih girtine hemû hatine mexdûrkirin û got: "Li vir hin bersûc bi taybetî jî yên ne kurd gotin 'Ev kurdan didarizînin, em ne kurd in.' Di danişîna ewil de ev yek anîn ziman. Gotin 'em di 15'ê Tîrmehê de li dijî darbeyê derketin' û dadgehê jî ev yek esas girt û li gor wê biryar da. Bi vî awayî qedexeya cihêkariyê û rêgeza wekheviyê hat binpêkirin. Di îdianameyê de ev kes ne ji ber kurd an jî tirk bûn, têkiliya wan û rêxistinê bi hev re çêkirin û ji ber vê hatin darizandin. Ma ev dosye ne dosyeyeke FETO an jî darbeyê ye ku di biryara berdanê de dijbertiya darbeyê bê kirin. Ên li wir tên darizandin û kurd in jî li dijî darbeyê ne."    ‘HIQÛQA DIJMINATIYÊ'    Çakmak, destnîşan kir ku li Tirkiyeyê daraz bi mesafe nêzî kurdan dibe û got: "Li vir hiqûqa dijminatiyê heye. Di vê biryarê de ya tê gotin ev e; 'Hûn li vir hene, lê li dadgehan ji bo we wekhevî tune ye.'" Çakmak, destnîşan kir ku di danişîan dawîn de bersûcan gotiye "Ne ji ber ku em sûcdar in, ji ber ku em kurd in em nayên berdan. Ên we ew berdan jî ji ber ne kurd bûn hatin berdan."    Çakmak got: "Eger heyeteke dadgehê baweriyê nede bersûc û parêzeran, nexwe edaleta li wir edaletee xiyalî ye."    MA / Yasin Kobulan