ROJEVA 23'YÊ ÇILEYA 2019'AN 2019-01-23 09:00:06 * Parlamenterê HDP’ê yê Êlihê Necdet Îpekyuz da zanîn ku roj bi roj rewşa Leyla Guven dikeve merhaleyek xeternak û divê gelê kurd li her parçeyan xwedî li kesayetek wek Leyla Guven ku bi rihê netewî tevger dike derkeve.   * Parlementerê HDP'ê yê Îzmîrê Mûrat Çepnî, destnîşan kir ku rewşa tenduristiya Leyla Guven di xetereyê de ye û got: "Ger gav neayê avêtin, tekane berpirsiyar Wezareta Dadê, parlemento û qesr e."    * Endamên Komeleya Ked û Rûmetê li dijî pirsgirêka ewlehiya kar û kedxwariyê kampanyayek dan destpêkirin. Karkerên înşeatê yên endamên komeleyê gotin: "Em cîhanê ava dikin, lê yên di bin de dimînin dîsa em in."    * Parêzera OHD'î Şukran Ozturk, diyar kir ku ew tim serdana girtiyên di greva birçîbûnê de ne dikin û got: "Eger daxwazên wan neyên qebûlkirin wê encamên dijwar rû bidin. Di warê qanûnî de çarçoveya vê daxwazê hatiye çêkirin û daxwaz ew e ku ev qanûn pêk bê."    * Berdevka Komîsyona Girtîgehê ya Şaxa ÎHD'a Edeneyê Zelal Demîray, diyar kir ku li Girtîgeha Tîpa F a Kurkçulerê bûyerên derbkirinê veguherîne rewşeke rûtîn.    * Li Navenda Çandê ya Sokakê ku 4 sal berê li Taxa Gaziyê hat avakirin, atolyeyên wê yên ji bo erbane, tembûr, gîtar, flut, govend, şanoyê didomin. Navendê got deriyê wan ji herkesî re vekiriye.    * Malbata Yalçin, ku dê û bav tevde berasteng in, li gundê Daragûzê yê li quntarên Çiyayê Hezoyê ye di şert û mercên giran de bi zor û heft bela debara xwe dike.    * Dadgehê der barê mirina Mazlûm Tûranê 16 salî de, sal û 10 meh û 15 roj ceza li polîsê bersûc birî lê belê cezayê hat birîn jî taloq kir. Parêzer Erdal Kûzû, Ûgûr Kaymazê 14 sal berê hat kuştin bi bîr xist û got: "Feraseta darazê neguheriye, her diçe xirabtir dibe."    * Serokê CHP'a Rihayê Hayrettîn Cîdîr, hîle û xurdeyên ji bo hilbijartinê tên kirin nirxandin û got, bloka AKP-MHP'ê naxwaze vî karî ji siûd û talihê re bihêle. Cîdîr, bilêv kir ku wê di vê hilbijartinê de mexsed û miradên AKP'ê di ber de bimînin.    * 9'emîn danişina doza Berkin Elvan ê di bûyerên Parka Gezî de hat kuştin dê li 17'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê bê dîtin. (10.00)   * Seroka Vakfa Mafên Mirovan a Tirkiye (TÎHV) Prof. Dr. Şebnem Korur Fîncanci ya îmze avêt danezana aştiyê û rastî ceza hat, dê dersa dawî Anfiya Kemal Atay a Fatulteya Tipê bide xwendekaran. (10.00)   * Rêxistinên Demokratîk ên Mêrdînê bi armanca balê bikişînin ser tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û daxwazên girtiyan ên di grevê de, dê li ber Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (10.00)   * Rêxistina HDP'ê ya Stenbolê, bi armanca balê bikişîne ser çalakiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven û çalakiyên greva birçîbûnê, dê di 3'ê Sibatê de li Qada Azadiyê ya Bakirkoyê mîtîngê pêk bîne. HDP beriya mîtîngê dê li avahiya partiyê ji bo banga mîtîngê civîna çapemeniyê pêk bînin. (12.00)   *Platforma Îxracan a Amedê bi armanca komîsyona OHAL'ê şermezar bikin dê li pêş AZC Plaza ya Ofîsê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (12.00)   * Meclîsa Jinan a HDP'ê û aktîvistên TJA'yê, bi armanca balê bikişinin ser tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdulah Ocalan û girtiyên li dijî tecrîdê ketine grevê dê ji girtiyan re li Postexaneyên Bahçelievler, Sultangazi û Kadikoyê yên Stenbolê kartan bişînin. (14.00)   * Rêxistina HDP'ê ya Îzmirê dê bi tevlêbûna parlamenterê HDP'ê yê Îzmirê Murat Çepnî bi armanca balê bikişîne ser çalakiyên grevê dê li avahiya HDP'ê daxuyaniyan bidin çapemeniyê. (12:30)   * Platforma Jinan a Îzmirê dê li dijî pêşnûmeya der barê zagona têkildarî îstîsmarê de li Semta Alsancak a Îzmirê daxuyaniyê bide çapemeniyê. (18:00)