Duzdaş ji bo Leyla helbest nivîsî û stra 2019-01-24 11:50:53   STENBOL - Hunermend Ayfer Duzdaş, ji bo Hevseroka Kongreya Civaka Demokratik (KCD) Leyla Guven a li dijî tecrîdê 78 rojin di greva birçîbûnê de ye, helbestek nivisand û stra.    Greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger a Hevseroka Kongreya Civaka Demokratik (KCD) û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven ji bo rakirina tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, di roja 78'an de berdewam dike. Guven li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê di grevê de ye û bi biryare heta tecrid bi dawî nebe dest ji çalakiyê bernede. Hunermend Kurd Ayfer Duzdaş, ji bo Hevseroka Kongreya Civaka Demokratik (KCD) Leyla Guven a li dijî tecrîdê 78 rojin di greva birçîbûnê de ye, helbestek nivisand û stra. Duzdaş, li ser medya civakî  helbest û newaya stranê parve kir. Duzdaş, bi vê helbest û newaya stranê piştgirî da çalakiya Guven.   Helbesta newaya stranê wiha ye:    Keçên kurdan şervan in Hember tarî bang didin   Şêr li her derê şêr e Çi jinê xwe çi mêr e   Leyla navê jiyan e Leyla deng da cîhane   Bû hevala Zarîfe Hember tarî deng dide   Ez Dicle û Firat im Qoçgirî Ararat im   Di zindan de deng didim Keça kurd im serbilind im   Berxwedana sedsalî Şev lê da şeva tarî   Di zindanên zaliman da Bi me re Xizirê Kalî   Lînga newayê wiha ye: https://www.youtube.com/watch?v=f6nhtLHnS-Q&feature=youtu.be