HDP’ê muzîka hilbijartinê diyar kir 2019-01-24 12:59:19   AMED - Rêxistina HDP'ê muzika hilbijartina 31'ê Adardê ya Rêveberiya Herêmî diyar kir. Dirûşmeya hilbijartinê û muzîkê “Ya Me Ye” ye.    Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) muzîka hilbijartina Rêberiyên Herêmî ya 31'ê Adarê diyar kir. Dirûşmeya muzîkê “Ya Me Ye” ye. Hunermendên Navenda Çanda Mezopotamya (NÇM) helbet û stran amade kirin û dan nasîn. Strana hilbijartinê li Salona  Konferansê ya Ayaz Elegance ya Peyasê di danasîna namzetên hevşaredaran de hat nasîn.    Helbesta stranên muzîka NÇM'ê ya ji bo hilbijartinê wiha ye:    Kuçe û kolan ya me ye Qad û bajar ya me ye   Deşt u zozan ya me ye HDP partiya me ye   Bi vîn û serhildan e Bi rik û berxwedan e Bi tilîlî û dîlan e HDP bersiv dan e   Ew rêça azadî ye Wek rojê hilatî ye Partiya gel û aştî ye Rabin wa dem hatî ye   Dem hat û gurzî lêxin Qeyd û bendan li erdêxin Zilimkar û zordaran Ji bajaran derêxin   Kuçe û kolan ya me ye Qad û bajar ya me ye   Deşt u zozan ya me ye HDP partiya me ye   Jin jiyan azadî ye Hêvî û bawerî ye Tim ciwan û zindî ye HDP soza me ye   Ji do tê dîroka me ye Xewn û azadiya me ye Ew roj û dema me ye Sibe jiyana me ye   Dem hat û gurzî lêxin Qeyd û bendan li erdêxin   Zilimkar û zordaran Ji bajaran derêxin