Rêxistinên cep ji Arjantînê ji bo Leyla nameya piştevaniyê şandin 2019-01-24 12:59:55   NAVENDA NÛÇEYAN - Gelek rêxistinên çep ên Arjantînî ji bo piştgiriyê bidin çalakiya Hevseroka KCD'ê û parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven a 78 roj in li dijî tecrîda li Îmraliyê di  greva birçîbûnê de ye, nameyeke hevpar nivîsîn û piştevaniya xwe ya bi Leylayê re parve kirin.    Ji bo piştevaniya bi Hevseroka Kongreya Civaka Demokrtîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven re ku ji bo tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Oclan a li Îmraliye bi dawî bibe, 78 roj in di greva birçîbûnê ya bê dem û ne dorveger de ye, gelek rêxistinên çep ên Arjantînî bi nameyek ku şandin piştevaniya xwe ragihandin.  Name bi îmzeya Alejandro Bodart û Celeste Fîerro yên ji Tevgera Karker Çep-Sosyalîst a Nû, Vîlma Rîpol a ji Tevgera Çep, Gûîllermo Pacagnînî yê ji Koma Çîna Neteweyî ya Neburokratîk hate şandin.   Nameya ku ji bo Leylayê ji Arjantînê hat wiha ye:   "Ji bo azadî û daxwazên rewa yên girtiyên siyasî yên li Tirkiyeyê, ji Arjantînê em dixwazin piştevaniya xwe ya enternasyonal ji we re ragihînin. Polîtîkayên zordar ên hikumeta Erdogan ê dîktator, ne tenê zext û zilmê li Gelê Kurd û lîderên Kurdan dikin, her wiha sîstemeke zordar li Gelê Tirk jî ferz dike. Di parastina mafên we yên demokratîk ên hatine desteserkirin de, em bi we re ne û ji dil we silav dikin."