MYK’a HDP’ê li Amedê civiya 2019-01-24 16:05:35   AMED – MYK’a HDP’ê bi beşdariya Hevserokên Giştî Pervîn Buldan û Sezaî Temellî bi rojeva hilbijartinên herêmî, tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û grevên birçîbûnê li Amedê civiya.    Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Amedê civiya. Civîn bi serokatiya Hevserokên HDP’ê yên Giştî Pervîn Buldan û Sezaî Temellî pêk hat. Di civînê de li ser mijarên wek plansaziya hilbijartina herêmî û îtîfaqa li rojavayê Tirkiyeyê, tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çalakiya grevên birçîbûnê ya Leyla Guven û girtiyên din dê bê nîqaşkirin.    Daxuyaniya tê payîn piştî civînê bê kirin dê roja yekşemê piştî civîna Meclîsa Partiyê ya HDP’ê bê dayîn.