Leyla Guven bi weşana zindî beşdarî civîna gel a Geverê bû 2019-02-01 14:14:53 COLEMÊRG - Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ku 86 rojin li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di çalakiya greva birçîbûnê de ye, bi rêya 3 G beşdarî civîna gel a li Geverdê bû. Guven, anî ziman ku heta tecrîd bi dawî bibe dê berxwedana wan jî bidome û her kêlî pir girîng in.  Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), bi armanca piştgiriyê bidin çalakiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven a li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku 86 rojin di greva birçîbûnê de ye, li avahiya KCD'e di roja duyemîn de nobeta xwe berdewam dikin. Çalakiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven, di roja 86'an de berdewam dike. Rêxistina HDP'ê ya Geverê jî ji bo piştevaniya Guven civîna gel pêk anîn. Guven dema bi weşana zindî beşdarî civînê bû gel bê navber dirûşmeya "Gever bi te serbilind e" û "Leyla rûmeta me ye" berz kirin. Guven  jî berxwedana gel a Geverê silav kir û bal kişand ser berxewdana gelê Geverê ya Dîrokî. Guven wiha got: "Berxwedana we hêzê dide me. Berxwedana we berxwedana me xurt dike. Îro li girtîgehan bi sedan girtiyan bedena xwe daye ber birçîbûnê. Hem li hundir û hem li derve berxwedanek heye. Hemû kesên li dijî teacridê li ber xwe didin ez wan silav dikim."    Guven, destnîşan kir ku heta tecrîd bi temamî bi dawî bibe dê çalakiya wan jî berdewam bike û wiha bi dawî kir: "Her kêlî her saniye pir girîng e. Têkoşîna me dê heta dawî bidome." Gel dîsa bi dirûşmeyan piştgirî dan Guven.