Kemalbay: Leyla Guven gavek wêrek avêt 2019-02-02 16:05:32   ÎZMÎR – Li Îzmîrê TUHAY-DER’ê 1’emîn Kongreya xwe ya Asayî li dar xist. Parlamentera HDP’ê ya Îzmîrê Serpîl Kemalbay di kongreyê de axivî û got: “Leyla Guven ji bo jiyanek azad û bi hev re gavek wêrek avêt.”    Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUHAY-DER) a Îzmîrê 1’emîn Kongreya Asayî li avahiya Rêxistina HDP’ê ya Îzmîrê li dar xits. Parlamentera HDP’ê ya Îzmîrê Serpîl Kemalbay, rêveberên HDP’ê yên bajêr û navçeyan û gelek kes beşdarî kongreyê bûn.    ‘GAVA PÊŞENG AVÊT’    Parlamenter Serpîl Kemalbay di kongreyê de axivî û bal kişand ser çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven û got: “Birêz Guven di têkoşîna siyaseta jinên kurd de îradeya jinan nîşanî Tirkiyeyê û dinyayê da. Leyla Guven di vê têkoşînê de ji bo jiyanek bi hev re, aştî û demokrasiyê gavek wêrek avêt. Tecrîdkirina Birêz Abdullah Ocalan, nexwestina aştî û demokrasiyê ye.”    ‘EM Ê DAXWAZA GIRTIYAN BÎNIN CIH’    Piştî Kemalbay, li ser navê TUHAY-DER’ê Selma Altan axivî û destnîşan kir ku girtîgeh bi çîrokên dîrokî re tije ne û got: “Pêkanînên ku şerma mirovahiyê ye û rûmeta mirovan dişkînin li ser girtiyan ferz dikin. Armanca komeleya me jî ew e bersivê bide daxwazên girtiyan. Ji bo em daxwaza wan bînin cih çi ji destê me em ê bikin.”    Piştî axaftinan ji bo Hevserokatiya TUHAY-DER’ê Mehmet Gergîn û Selma Altan hatin bijartin.