Bavê kurê wî di greva birçîbûnê de: Divê cîhan dengê wan bibihîse 2019-02-03 09:03:10   WAN - Bavê Sînan Salhan ê li Girtîgeha Tîpa T a Bafrayê di greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger de ye Suleyman Salhan, diyar kir ku girtî mafdar in û divê di serî de CPT û bi giştî hemû derdorên navdewletî yên xwedî wijdan tev bigerin.    Çalakiyên greva birçîbûnê yên ji bo dawî li tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê hatin destpêkirin didomin. Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku di 8'ê Mijdara 2018'an de ket greva birçîbûnê û 88 rojin di grevê de çalakiya xwe berdewam dike. Bi heman daxwazê li gelek girtîgehan jî bi sedan girtî di greva birçîbûnê ya domdar û nedorveger de ne. Ji girtiyên di greva birçîbûnê de yek jê jî li Girtîgeha Tîpa F a Bafra ya Samsûnê Sînan Salhan e ku ji 8'ê Çileyê ve di greva birçîbûnê de ye. Bavê wî Suleyman Salhan, ji bo daxwaza girtiyan û çalakiya wan bang li CPT û hemû saziyên navdewletî kir.    ‘DIVÊ GEL PIŞTGIRIYÊ BIDE'    Bav Salhan got: "Ev doz dozeke mafdariyê ye. Di vê dozê de gelek mirov mirin, gelek xwîn rijiya û niha jî ji bo aştiyê û ji bo vî gelî gelek kes di greva birçîbûnê de ne. Divê gel destekê bide wan. Ev tenê ne kurê min e, kurê herkesî ye. Em gel in û em ne hindik in. Divê herkes destekê bide kesên ji bo azadiya vî gelî di greva birçîbûnê de ne."    'BILA DAWÎ LI TECRÎDÊ BÊ'    Bav Salhan, destnîşan kir ku divê gelê kurd destekê bide vê çalakiya watedar. Salhan, diyar kir ku daxwaza Leyla Guvenê, daxwaza gelê kurd e û ji bo dawî li tecrîdê bê divê herkes dengê xwe li vî dengî zêde bike.    'BILA CPT DAXWAZAN ESAS BIGIRE'    Her wiha bav Salhan bang li CPT û hemû saziyên navdewletî jî kir û got: "Ji bo dawî li tecrîdê bê divê herkes piştgiriyê bide. Mirov ji bo dawî li tecrîdê bê bedena xwe didin ber mirinê. Kes ji bo birçî bimîne vê yekê nake. Bila CPT û saziyên li Ewropayê dengê girtîgehan bibihîsin û li gor wê destê xwe deynin ser wijdanê xwe û dawî li vê tecrîdê bînin."