Îdareyên girtîgehê ketin nav hewldanên qanehkirinê 2019-02-03 09:05:24   MÊRSÎN – Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'a Mêrsînê, hevdîtinên xwe yên bi 8 girtiyên di greva birçîbûnê de kirin rapor. Di raporê de hat diyarkirin ku mafê tenduristiyê, mafê telefon, sohbet û kursan tê binpêkirin û îdareya girtîgehê ji bo girtî dev ji greva birçîbûnê berdin, dixwaze girtiyan qane bike.    Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Mêrsînê, li Girtîgeha Tarsûs, Girtîgeha Tîpa T a Ereglî û li Girtîgeha Tîpa T a Jimare 2'yan a Kayseriyê, hevdîtin bi girtiyên ji bo dawî li tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê ketin greva birçîbûnê re çêkir û hevdîtinên xwe kir rapor.    Di raporê de hat diyarkirin ku ji 5'ê Çileyê ve li Girtîgeha Tîpa T a Jimare 1 a Tarsûsê Mûrat Karaaslan, Halef Yîgîtt, Oktay Gol, Erdal Emeç, Fesîh Tekîn, Denîz Ozdemîr, Mehmet Fatîh Bîngol û Serhat Yildirim; li Girtîgeha Tîpa T a Jimare 2'yan a Tarsûsê Çetîn Ûslû, Mervan Sûngûr, Hamdûllah Tûran û Mûhammet Osman; li Girtîgeha Tîpa T a Jina ya Tarsûsê Dîlan Yildirim, Nûrşen Tekîn, Hatîce Kaymak û Meral Temel; li Girtîgeha Tîpa T a Ereglî Farûk Bûdak û Omer Sîpek; li Girtîgeha Tîpa T a Jimare 2'yan a Bunyan a Kayseriyê Ozkan Kart, Bulent Ozturk, M. Aydin Sogut, M. Emin Akkûş û Emrûllah Abay; li Girtîgeha Jina ya Bunyan a Kayseriyê Berîvan Bîtmen, Maşallah Erbey, Merge Polat, Sînem Ogûz, Yaprak Taşçi û Yazgul Şahîn û ji 16'ê Çileyê ve jî li Girtîgeha Tîpa T a Jimare 1 a Tarsûsê Veysî Denîzhan, Îhsan Taşdelen û Erkan Taştan; li Girtîgeha Tîpa T a Jimare 3'yan a Tarsûsê jî Cevzet Derez û Sûat Ûgûr di greva birçîbûnê de ne.    Parêzerên ÎHD'ê bi hin girtiyên di greva birçîbûnê de hevdîtin çêkirin û binpêkirina mafan ên li girtîgehan rû didin kirin rapor.    ÎDAREYA GIRTÎGEHÊ HEWL DIDE GIRTÎ DEV JI ÇALAKIYÊ BERDIN    Di raporê de hat diyarkirin ku li Girtîgeha Kampus a Tarsûsê, girtiyên di greva birçîbûnê de ji ber ava girtîgehê ne paqij e, ew bi derfetên xwe avê peyda dikin û wiha hat gotin: "Îdareya girtîgehê greva birçîbûnê wekî hincet nîaşn dide û ji ber vê mafê telefon, sohbet û kursan asteng dike û ji bo girtî dev ji greva birçîbûnê berdin hewl daye girtiyan qaneh bike. Girtî bêhal in û westandî ne, tiliyên destê wan reş bûne û serçavê wan zer bûye û zihîf bûne."    PIRSGIRÊKÊN TENDURSTIYΠ   Di raporê de hat ragihandin ku li vê girtîgehê, girtiyên di greva birçîbûnê de ji dêvla li qawîşê tenduristiya wan bê kontrolkirin, li korîdaran tê kirin. Yek ji kesên di greva birçîbûnê de Çetîn Ûlû ye û ji parêzerên komeleyê re gotiye; gardiyan henekê xwe bi çalakiya wan dikin. Di rapora hat amadekirin de ji bo Ûlû wiha hat gotin: "Li ser çavê wî birîn çêbûne û terikî ye. Xwîn ketiye çavê wî." Parêzerên komeleyê bi girtiyê bi navê Erdal Emeç re jî hevdîtin çêkir û ji bo Emeç jî di raporê de hat diyarkirin ku; gêja wî diçe, dilê wî dixele, qebzî bûye û jibîrkirin lê peyda bûye.    WAN XISTIN QAWÎŞÊN CUDA    Di raporê de hat diyarkirin ku li Girtîgeha Tîpa T a Jimare 2'yan a Bunyan a Kayseriyê jî, hema bêje girtiyên di greva birçîbûnê de nikarin têkevin xew, ser çavê wan zer bûye, bêhal bûne, ber çavê wan tarî dibe, jibîrkirin li wan peyda bûye, destê wan rewş bûye, zihîf bûne, dilê wan dixele û bi zorê dimeşin. Her wiha di raporê de hat diyarkirin ku girtiyên di greva birçîbûnê de xistine qawîşên cuda.    BANG LI WEZARETA DADÊ KIRIN    Girtiyan xwest dawî li tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê û heta ev daxwaziya wan pêk neyê wê çalakiya wan dewam bike û ji bo vê jî bang li Wezareta Dadê kirin.    MA / Ergîn Çaglar