Namzeta jin a Şaredariya Stenbolê Akman: Qad Ya Me Ye 2019-02-03 10:08:34   STENBOL – Namzeta Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê ya EHP'î Ozge Akman, diyar kir ku dibe Billboardên wan li qadan tune be, lê hemû qad yên wan in û we dê bibin dengê jinan.    Ji hilbijartina 31'ê Adarê ra rêveberiyên Heremî re 58 roj man. Partiyên ku têkevin hilbijartinê piraniya namzetên xwe yên bajar û navçeyan aşkere kirin. Namzetên herî zêde tên niqaşkirin yên Şaredariyên Bajarên Mezin in. Yek ji van bajaran Stenbol e. HDP'ê diyar kir ku li Stenbolê namzet nişan nade. CHP û AKP'ê namzetên xwe yên Stenbolê diyar kirin. Lê namzetê CHP'ê û AKP'e mêr in. Partiya Tevgera Kedkaran (EHP) jî namzeta Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ozmen Akman diyar kir. Li Stenbolê di nava namzetên Şaredariyê de tenê namzeta EHP'ê Ozge Akman jin e. Akman, li ser sedema namzetiya xwe û xebatên xwe ji Ajansa Mezopotamya de axivî.    Akman li Stenbolê dayik bûye û keça dayik û bavê ku karkera TEKEL'ê ye. Di serdema zanîngehê de EHP nas kir û tev li têkoşîna sosyalist bû. Akman, anî ziman ku weke jinek ciwan ji bo çareseriyên pirsgirêkên civakî, ked, jin û ciwanan bi awayekî çalak têdikoşe û wiha got: “Heta niha li Stenbolê min ked da û têkoşiyam. Ji ber vê yekê min namzetiya xwe li Stenbolê diyar kir."     ‘ME XWEST LI PAYTEXTÊ KEDÊ STENBOLÊ DEST PÊ BIKIN'   Akman, destnişan kir ku li Tirkiye krîza aborî her ku diçe kûrtir dibe û wiha got: "Di vê pêvajoyê de gelek pêdivî heye ku em dengê kedkaran bilind bikin. Em di nava kedê de mezin bûne. Herî zêde em ketine bin bandora vê krîzê. Ni nava civake de jin wekî hêza îstîhdamê nayê zanîn û nasîn. Dema ez xwendekar bûm jî hemû jiyana min di nava xebatê de derbas bû. Ji bo em ji heqê van pirsgirêkan bên der me xwest di nava xebatên hilbijartinê de cih bigirin. Me xwest li bajarê Paytexê Kedê Stenbolê namzetiya xwe dînin û dest bi xebata rêveberiyên herêmî bikin."    Akman, li ser stratejiya AKP û CHP'ê jî rawestiya û wiha got: “AKP, Binali Yildirim nîşan da. Sedema vê kesayetiyê bêyî ku bi awayekî fîzîkî kedê bide vê hilbijartinê bi dest bixe. Dixwazin krîza abori jî bi vî rengî taloq bikin û bihêlin piştî hilbijartinê. Ji ber ku AKP ketiye nava tengasiyek gelek mezin. Hêza wê ya vê pirsgirêkê çareser bike tune ye. CHP'ê jî Ekrem Îmamoglu nîşan da. Figureki wisa dixwaze bêje ‘Ez bi siyasetê eleqeder nabim. Siyaset li Enqere tê meşandin. Em li meseleyên Stenbolê binerin. Bi vê yekê dixwaze bang li hilbijêrên AKP’ê bike. Lê Stenbol di sînorê îktîdarê de nikare hilbijartinê bi dest bixe. Li Tirkiye tu bajar ne wekî Stenbolê ne. Stenbol bajarê kedê ye. Hem hêza muxalif zêde ye û hem jî krîza aborî li vir bêtir kûr e."       Akman, bal kişand ser helwesta HDP’ê jî û wiha got: "Li gorî polîtîkayên xwe biryarek rast daye. Akman da zanin ku krîza niha dijîn li tu deran ne rojev e û wiha got: “Îtîrazên civakê êdî ji sînorê eniya ku tenê wan eleqeder dike derbas kirine. Rojeva kedê û debarê bûye mijara sereke. Em wekî EHP'ê hemû rojevan girêdayî hev dibînin û yek ji ya din ne cudatir û ne serbixe ye. Polîtîkaya sereke ya EHP’ê rojeva krîzê ye. Partiyên din di namzetiya jin de dîsa di polê de man. Li Stenbolê yekem partiya ku namzeta jin dani EHP ye. Ev gelek girîng e. Ji ber ku di nava civakê de jin di rêza duyemîn de ye. Her tim mêr li pêş e. Lê jin jî dixwazin bibin namzet û di nava siyaset û vina bajar de cih bigirin. Nêviyê civakê jin e. Divê partiyên siyasî bipirsin ku jin dixwazin çawa xwe û bajarê xwe bi rêve bibin?  Di vê pêvajoyê de jin heye û divê keda jinê bê dîtin. Li Stenbolê pir jin tên kuştin. Stenbol ji bo jinê bûye bajarekî bê ewle. Divê ev rojeva civakê be. Divê têkoşina jinê ya jiyanê û têkoşîna qada siyasî yek ji rojevên herî girîng bin. Ji bo em dengê jinê bilind bikin û bînin ziman em îro hene."    Akman, destnîşan kir ku HDP'ê li bajarên herêmê bi pergala hevserokatiyê gavên pir girîng avêt û xwest ev pergal li bajarên Rojava jî têkeve meriyetê. Em dê bi derfetên xwe û li gorî şertên xwe xebatên hilbijartinê di asta herî jor de bi rêve bibin. Em dê li stenbolê li hemû kolan û malan bigerin. Em dê 39 navçeyên Stenbolê tînin pêş xwe. Em dê ji bo hemû navçeyan plana xebatê derxin. Em dê pirsgirêkên wan niqaş bikin û bi hevre li çareseriyê bigerin. Dibe ku Billboardên me tune bin. Lê kolanên me hene. Dibe ku pereyên me tune bin. Lê hemû qad û kolan yên me ne. Dibe ku Televizyonên me tune bin, lê hemû derî yên me ne. Gel ê me ye. Em dê bi dil û can xebatê bimeşînin.    MA / Necla Demir