HDP, dê li 6 navçeyên Stenbolê namzetên xwe diyar bike 2019-02-03 11:40:11   STENBOL - HDP'ê ku ji bo Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê namzet diyar nekir, dê ji bo 6 navçeyan namzetê xwe diyar bike. Hat fêrbûn ku namzeta Şaredariya Bagcilar a Stenbolê parlamentera HDP'ê Huda Kaya ye.    Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), di dawiya hefteyê de li navenda giştî ya HDP'ê civîn pêk anîn. Piştî civinan diyar kir ku li Dîlok, Riha, Edene, Enqere, Mêrsîn, Îzmir û Stenbolê namzetan ji bo Şaredariyên Bajarên Mezin nîşan nade. HDP'ê destnîşan kiribû ku li van bajarên namzet nîşan nede dê li navçeyên wan namzetan diyar bike. HDP'ê diyar kir ku dê li 6 naçeyên Stenbolê namzetan diyar bike û li gorî vê yekê dê bi CHP'ê re hevdîtinan bike.    'DÊ LI 6 NAVÇEYAN NAMZET DIYAR BIKE'   HDP, dê li navçeyên Bagcilar, Kagithane, Arnavutkoy, Esenler, Bakirkoyê namzetan diyar bike. HDP, ji xeynî van naçeyan dê li navçeyek din ku nifûsa hilbijêrên kurd lê zêde ye namzed diyar bike.    NAMZETA BAGCILAR HUDA KAYA YE    Rêxistina HDP'ê li navçeya Bagcilarê ku girseya wê pir zede ye, parlamentera HDP'ê ya Stenbolê Huda Kaya namzet nîşan da.    LI DIJÎ NAMZETÊN KUÇUKÇEKMECE BERTEK HENE   Li ser daxwaza cemaweriya demokratîk HDP, li namzetê îtîfaqa CHP-ÎP yê Kuçukçekmece Kemal Çebî erênî nêzîk nabe. Dîsa li hin navçeyan eniya HDP'ê ji namzetên CHP’ê ne razî ne.    HDP li Tekirdag, Edirne, Bursa, Kocaeli û Balıkesirê dê bi navê xwe biçe ser sindoqê û li hemû navçeyên ku hêza wê lê xurt e namzetê xwe nîşan bide.