Temellî: Em soz didin Leylayê em dê tecridê bişkînin 2019-02-03 14:58:53   STENBOL - Bi deh hezaran gelê Stenbolê, li dijî tecrîdê di mîtinga Stenbolmê de gihiştin hev. Mîtînga Stenbolê bi rêzgirtinê dest pê kir. Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temelî, di mîtîngê de bal kişand ser zilma AKP'ê û xwest her kesên aştî, demokrasî û edaletê dixwazin li dijî vê zilmê biçin ser sindoqan û li sindoq û dengê xwe xwedî derkevin. Temelî, bal kişand ser tecridê û wiho got: "Tecrîd li ser hemû gelê Tirkiye tê meşandin. Birêz Leyla Gucen li dijî tecrîd û vê zilmê 88 rojin li ber xwe dide. Em soz didin Leyla Guven em dê vê tecrîdê bişkînin. Em dê di 1'ê Nîsanê de bi hevre stranên azadiyê bistrênin. Azadî serkeftîn Ya Me ye. Stenbol Ya Me ye."    Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Stenbolê, bi armanca balê bikişîne ser greva birçîbûnê û tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar bike û bi armanca piştgiriyê bide çalakiya Greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ku 88 rojin di grevê de ye, li Qada Azadiyê ya Bakirkoyê mîtîng pêk anî. Bi deh hezaran kes beşdardî mîtîngê bûn. Mîtîng bi rêzgirtina ji bo kesên di têkoşîna aştî û azadiyê de jiyana xwe ji dest dabûn dest pê kir. Girsê li qada mîtîngê pankartên "Tecrîd dê tariyê biçirîne!" "Dê meşaleya Azadiyê geş bike!" "Gelên bi berxedanê diçin Şoreşê dê bi ser bikevin" vekirin.  Girseya ku qada mîtîngê dagirtirn, li qadê wêneyên siyasetmedarên kurd Leyla Guven ku 88 rojin di grevê de ye û temsîlî wêneyên siyasetmedarên kurd ên girtî Abdullah Zeydan, Gulser Yildirim, Ferhat Encu, Sabahat Tuncel, Aysel Tugluk, Selma Irmak, Gultan Kişanak, Figen Yuksekdag, Selahatin Demîrtaş, li qada mîtinge bilind kirin. Girsê alên HDP'ê bilind kirin û qad neqişandin.    TEMELLÎ: EM SOZ DIDIN LEYLA GUVEN EM DÊ TECRÎDÊ BIŞKÎNIN   Di mîtingê de piştî rêzgirtinê Hevserokê Giştî Sezaî Temellî ewil derket ser dikê û axivî. Axaftina Temelî wiha ye:    Bajarê têkoşîna demokrasî, ked û aştiyê Stenbolê. Li her derê welat bê edaletî difişiqe. Li dijî vê edaletî û zilmê ev têkoşîn bilind dibe. Em silavên xwe li vir ji birêz Leyla Guven ku li dijî tecrîde bi bedena xwe têdikoşe re dişînin.  Ger ku aştî, demokrasî, azadi bê vî welatî, berî her tiştî divê ev tecrîd bişkê. Ji ber vê yekê Leyla Guven 88 rojin li ber xwe dide. Em li  vir soz didin Leyla Guven em ê vê tecrîdê bişkînin.  Nasır Yagız 75 rojin vêtêkoşîna bi rûmet dimeşîne. Li girtîgehan 50 rojin girtiyên zindanan vê tekoşînê dimeşîne. Li strasbourgê vêtêkoşîna bi rumet dimeşînin. Sebahat Tuncel li zindanê vê têkoşîna bi rûmet dimeşînin. Em silavên xwe ji wan re dişînin.    Em carek din bang li rayedaran dikin. Ya tê xwestin maf û hiqûq e. Em dixwazin demek berî demekê tecridê bi dawî bikin. Hevditina malbat û parêzeran bila bi rêk û pêk bên kirin. Ji bo wê çi lazim be divê gav bên avêtin. Heta ku ev tecrîd bişkê emê vê tekoşîna xwe berd8ewam bike. Ji ber ku tecrîd li ser gelê Tirkiye, li ser jinan û gelên Tirkiye tê meşandin. Em bi hevre ji bo demokrasî bê vî welatî di vê têkoşînê de bigêjin hev. Ya ku me tîne cem hev evîname ya Komara Demokratîk, Neteweya Demokratîk e. Evîna me demokrasî û aştî ye. Me HDP ava kir û me bang li her kesî kir ku tev li vê tekoşînê bibin. Ji bo vê yekê me ev fikr mezin kir. Navê vê fikrê aştî, demokrasî. Xwediyê vê Fikrê Birêz Ocalan e Silav ji Îmraliyê re. Silav ji Birêz Ocalan re. Heta ku tecrîd neyê şikandin pirsgrêka kurd çareser nabe. Muxatabê vê meseleyê Birêz Ocalan e. Hemû mirovên vî welatî, mirovên xwedî wîcdan, di sala 2013-15'an de bûn şahid ku em dikarin demokrasî û aştiyê bi hevre pêş bixin. Lê tevî vê yekê vê îktîdarê plana hilweşînê amade kir. Ji ber ku tenê derdê wan xwe ji şer û dijminantiyê xwedî bikin. Li ser dijminantiya kurdan xwe mezin dikin. Hin caran li hundir û hin caran li derve şer sor dikin û îktîdara xwe dimeşînin. Divê em dawî li vê yekê bînin. Divê em bi dengekî mezin tev li dengê Leyla Guven bibin. Ger ku em dawî li vî şerî nînin, ev welat dê êşên mezintir û krîzên mezintir bijî. Li vî welatî azadiya darazê, tune. Li vî welatî îhlalên nû li binpêkirina mafan zêde dibe. Li vî welatî serdestiya hiqûqê tune. Wîcdan tune. Ev hikûmet peymanên navneteweyî jî pêk nîne. Biryara DMME'ê ya der barê Selehattîn Demîrtaş jî nahesibîne. Ji bo Demîrtaş û Yuksekdag li hepsê de bihêlin biryarên DMME tune dihesibînin. Li Birêz Gultan Kişanak û Sebahat Tuncel 14-15 sal ceza birîn. Em vê biryarê nas nakin û nas nakin. Em dibêjin hûn sûc dikin.    Em dibêjin dema edalet bê vî welatî kesên ku niha vî sûcî dikin teqez û teqez dê derkevin pêşberî edaletê. Yên ku aştiyê dixwazin û ji bo aştiyê têdikoşin îro tên darizandin û cezakirin. Hevalên me yên aştî û demokrasiyê dixwazin tên darizandin û tên girtin. Ji ber ku dest ji daxwaza aştiyê bernedan bi sedan akademîsyenan ceza birîn. Ew çiqas bixwazin dengê me qut bikin vay ev qat nişan dide ku nikarin dengê aştî û demokrasiyê qut bikin. Her ku ew dengê me qut bikin em dê dengê xwe yê aştî û demokrasiyê li qadan bilind bikin.   EFRÎN YA EFRÎNÎYA YE   Tirsa wan ji serketina me ye. Ji ber vê yekê senaryoyên nayên aqilan pêş dixin. Binerin îro li Efrîne, li Sûriye çi dikin li holê ye. Li dijî gelê Sûriye gotinên nifrîn û dijminantiyê pêş dixin. Îro tişta li Efrînê dikin dixwazin li Rojava jî pêk bînin. Em dibêjin gelê Sûriye dê biryara pêşeroja Sûriye bidin. Kurd, Ereb Turkmen dê biryara pêşeroja xwe bidin. Gelê Sûriye bi xwe dê biryara xwe bidin. Em dibêjin destê xwe ji Sûriye û Efrînê bikişîne. Li Efrînê û Rojava pergalek hatibû avakirin. Efrîn ya Efrîniya ye. Ew kesên piştre çûn li Efrînê bi cih bûn teqez wê ji Efrînê derkevin.   LI HER DERÊ ZILM HEYE   Îro zilm li her derê ye. Li Efrînê, Cizîrê, Wan, Stenbol û li herê ye. Bê edaletî li her derê ye. Binerin her roj karker jiyana xwe ji dest didin. Cînayetên karkeran heye. Ji bo ev mêtîngerî bidome mafê karkeran dixwin. Yên vî bajarî tune dikin û ser wî beton dikin, 16 salin tunekirinê nabînin, Kî dê dengê xwe bidin vanan. Divê em vî bajarî ji destê wan derxin. Divê em bajarên Jinê ava bikin. Bajarê kedê ava bikin. Ji bo em vê yekê ava bikin em tên. Tundiya li dijî jinê û cînayetên jinê her roj zêde dibe. Ev îktîdara serdestiya mêr û her roj bi gotina nifrînê rê li pêş cînayetê nû vedike. Ji ber ku faşîzm li dijî kedê, li dijî jinê û li dijî bajêr e. Em dê mil bidin hev û vê ferasetê ji bajarê xwe paqij bikin.    VANA QEYÛMCÎ NE   Vana kesên ku vîna gel xezp dikin. Em dê bi hevre van qeyûman ji bajarên kurdan paqij bikin û bavêjin. Em dê bi gel re li herêmê bên ser kar û bi hevre herêmên xwe bi rêve bibin. Em dê bi feraseta rêveberiyaherêmî hem bi rêve bibin û hem bi rêve biçin. Em wekî HDP'ê li her derê dê nûnertiya xwe xurt bikin. Ji bo em rê li pêş xizanî, talaniyê bigirin em dê têbikoşin. Xurtkirina rêveberiyên herêmî dê tecrid, binpêkirina mafan bi dawî bike.    WERIN EM YEKÎTIYA HÊZÊ AVA BIKIN   Em dê di 31'ê Adare de bêjin em hene. Em dê piştî 1'ê Nîsanê ji bo Komara Demokratîk, Rejîma piranî ya parlamenterê ava bikin em dê bi biryar têkoşîna xwe mezin bikin. Em dê bi hevre têkoşînê pêş bixin û bi hevre demokrasiyê ava bikin. Çawa me berê bi hevre bi ser ketin em dê dîsa bi hevre bi ser bikevin. Serkeftina nîvco ya 24'ê Tîrmehê em dê di vê hilbijartinê de temam bikin. Werin em bi hevre yekitiya hêzê ava bikin. Ji bo hêza yekîtiyê ci hewce be werin em bi hevre bikin. Em dê biçin ser sindoqê. Em dê li dijî vê îktîdara faşîst ji bo têkoşina demokrasî û aştiyê bi hevre biçin ser sindoqan.    Îro li her derê êrîşi HDP'ê dikin. Bi rojnamegeran êrîşî HDP'ê dikin. Her ku ew êrîş dikin em mezin dibin. HDP gel e. Gel li vir e. Heta niha hêza wan têr nekir, ji niha û şûnde jî dê hêza wan têr neke ku êrîş bikin. Em kurd tirk, laz, çerkez, elewî, sunî hemû gel bi hevre ne. Ji bo em li vî welatî rojên xweş bibînin û aştî û demokrasî em bi hevre ne.    TU PÛRSÛSÊ DIZANE ?   Temelî, Soylu rexne kir û wihagot: "Tu sucê li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê pêk hat dizane?. Tu qetilkirina malbata Şenyaşar dizane? We li wir sûc kiriye. Hesabê vî sûcî dê bê pirsîn. Cihê ku ew lê hebin şer heye. Bê ewlehî heye. Em ne we û ne jî ewlehiya we dixwazin. Ew şer dixwazin. Ew bi şer xwe mezin dikin. Ew dixwazin dengan bidizin. Divê em destûr nedin vê yekê. Divê em li vîna xwe û dengê xwe xwedî derkevin. YSK di xizmeta AKP'ê de ye. Ev gel dê li Sindoqan xwedî derkevin û ev tecrîd wê teqez û teqez bê kişandin. Em dê di 31'ê Adarê de bi hevre biçin ser sindoqan. Em dê di 1'ê Nîsanê de bi hevre starên azadiyê bistrênin."