Kaçmaz: Berxwedana çalakgeran ji bo rizgariya siberojê ye 2019-02-04 09:07:14 AMED – Parlamenterê HDP’ê yê Huseyîn Kaçmaz yê beşdarî nobeta li KCD’ê bû got berxwedana grevên birçîbûnê ji bo rizgariya siberojan e û divê her kes xwedî lê derkeve.  Hevseroka KCD’ê û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven 89 roj in li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ye. Bi armanca destekkirina çalakiyên greva birçîbûnê çalakiya nobetê ya li avahiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) a li Amedê di roja 5’emîn de ye. Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Huseyîn Kaçmaz ê beşdarî nobetê bû got: “Tekane rêya sekinandina şer heye ew jî rakirina tecrîda şidandî ya li ser Birêz Ocalan e. Beriya niha hemû gelên Tirkiyeyê şahidiya vê yekê kir. Daxwaza çalakgeran temînatkirina aştî û demokrasiyê ye.”    ‘MEŞALEYA LI DIJÎ TARÎTIYÊ DIÇE ROJÊN RONÎ’    Kaçmaz da zanîn ku berxwedana Leyla Guven meşaleya li dijî tarîtiyê ye û got: “Gelê kurd û dostên wan li dijî zilmê û faşîzmê li her deverê li ber xwe didin. Çalakî li dijî rojên tarî û faşîzmê ye. Li Tirkiyeyê serdemek tarî pêk tê. Li dijî vîna gelê kurd û gelên din êrîş pêk tên. Di demek ku faşîzm dixwaze li hemû Kurdistan û Tirkiyeyê tarîtiyê serdest bike hevala me ya hêja Leyla bi meşaleya çalakiya xwe xwest vê riyê ronî bike. Divê demildest daxwaza çalakgeran bê qebûlkirin. Em dibînin ku faşîzm ji van çalakiyan ditirse. Pirsgirêka herî mezin a welêt tecrîda li Îmraliyê û li ser gelan e. Ji bo rakirina tecrîdê wezîfeyek mezin dikeve ser milên hemû gelê kurd û gelên Tirkiyeyê. Ez bang li hemû aliyan dikim ku li dijî tecrîdê derkevin û piştgiriyê bidin daxwaza çalakgeran.”    MA / Lezgîn Akdenîz