Kiliçaslan ê CHP’yî: Grevên birçîbûnê ji bo me hemûyan mijara xwerexnekirinê ye 2019-02-04 10:19:20 ENQERE – Endamê PM’ê yê CHP’ê Zekî Kiliçaslan bal kişand ser grevên birçîbûnê û got: “Divê muxalefet bêtir çalakiyên grevê birçîbûnê bibîne. Ji aliyê me hemûyan ve mijara xwerexnekirinê ye.”  Endamê Meclîsa Partiya Gel a Komarê (CHP) Zekî Kiliçaslan hilbijartina herêmî û grevên birçîbûnê nirxand. Kiliçaslan diyar kir ku îtîfaqa AKP’ê û MHP’ê wek “pirsgirêka bekayê” li hilbijartinê dinêre û hilbijartina herêmî jî ji bo muxalefetê di mijara demokratîkbûnê de gelek grîng e. Kiliçaslan da zanîn ku Tirkiye di bin şertên antî demokratîk de dikeve hilbijartinê û got: “AKP û MHP dixwaze rejîma antî demokratîk konsolide bike. Û li ser vê yekê jî dethilatdariyê parve dikin. Ji bo me jî hilbijartina herêmî gelek grîng e. Li dijî van pêkanînên antî demokratîk divê em li her qadê têkoşîna xwe bidomînin. Ji bo ku hilbijartin qadek wiha ye têkoşîn ji bo me girîng e. Di polîtîkaya îtîfaqan de divê polîtîkayek îtîfaqan a ku HDP jî di nav de cih bigire hebûya. Tevî van hemû polîtîkayan jî stratejiya HDP’ê ya hilbijartinê gelek bi nirx e.”    ‘JI BO ME HEMÛYAN MIJARA XWEREXNEKIRINÊ YE’    Kiliçaslan bal kişand ser grevên birçîbûnê yên li dijî neheqiyê ku hatine destpêkirin û wiha got: “Leyla Guven, Eren Erdem û nêzî 281 girtî bi daxwazên ji bo edalet û hiqûqê di grevên birçîbûnê de ne. Di mijara grevên birçîbûnê divê her kes xwerexne bike. Lazim van çalakiyên greva birçîbûnê ji aliyê muxalefetê ve bêtir bên dîtin. Lê dîsa jî ji bo me hemûyan mijara xwerexnekirinê ye. Muxalefet di bin zextên desthilatdariyê de dieciqe. Polîtîka û rojeva desthilatdariyê bandorê li ser muxalefetê dike. Em neçarin xwerexne bikin. Divê em hemû bi hev re hin bêtir grevên birçîbûnê derxin pêş û bibînin. Em bikin rojeva xwe ya sereke. Her demê grevên birçîbûnê karektera desthilatdariyê daye nîşandan. Heke em bêtir greva birçîbûnê bibînin, wê ewqas jî guhertina desthilatdariyê pêkan be.”    BANG LI DESTHILATDARIYÊ KIR    Kiliçaslan di mijara grevên birçîbûnê de desthilatdarî û saziyên edaletê hişyar kir û xwest di çarçoveya girêdana peymanên navnetewî û rêgezên mafên mirova yên bingehîn de gav biavêje.    MA / Dîren Yurtsever