Vîtamînê nadin girtiyên di greva birçîbûnê dene 2019-02-25 11:54:47   EDÎRNE - Girtiyên li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê 72 rojina li dijî tecrîda li Îmraliyê di greva birçîbûnê den, kirin hucreyên yek kesî. Rayedarên girtîgehê vîtamîn nadin girtiyan û dest danîn ser  radyoyên wan.   Berxwedana greva birçîbînê ya girtîgehan û Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê ya Colemêrgê Leyla Guven a  ji bo rakirina tecrîda  liser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan berdewam dike.   Li Girtîgeha Tîpa F a Edîrne, Ramanzan Çeper, Zerdeşt Odûncû û Adem Arslan ji 16’ê Kanûnê ve, Hakan Adiguzel, Dervîş Îsmaîl û Osman Şahîn jî, ji 5’ê Çile ve di greva birçîbûnê dene.   Hat diyar kirin ku rayedarên girtîgehê 6 girtiyên di greva birçîbûnê dene kirine hucreyên yek kesî û hevdîtina bi hevalên wan ên di qawîşê de asteng dikin. Dîsan, hat destnîşan kirin ku vîtamînên B1 û B komploks nadin girtiyan. Hat ragihan din ku, rayedarên girtîgehê her serê sibê bi pergalî bi ser hucreyan de digirin û dest datînin ser pirtûk û nişeyên nivîskî yên girtiyan. Hat diyar kirin ku rayedaran dest danîn ser radyoyên girtiyan ku tekane cîhazê rojevê li ser dişopînin.   Hat hînbûn ku piştî qedexeya telefonê ya mekê li çalakgeran hat birîn, niha jî hevdîtina wan a malbatê hat qedexekirin.