Yildiz ê MKP’î yê di greva birçîbûnê de: Divê sosyalîst bedeng nemînin 2019-02-25 12:27:19   STENBOL - Girtiyê MKP’î Kadîr Yildiz ê bi armanca piştgirî dayîna girtiyên di greva birçîbûnê de, ji bo 10 rojan dest bi greva birçîbûnê kir, ev bang kir: “Ji bo çalakiyeke daxwazên mafdar, meşrû û şoreşger, divê sosyalîst bi tu hincetan bedeng nemînin.”   Kadîr Yildiz ê ji doza Partiya Komunîst Maoîst (MKP) li Girtîgeha Tîpa F Hejmara 2 a Kandirayê girtî ye, nameyek şand û diyar kir ku bi armanca piştgirî dayîna girtiyên di greva birçîbûnê dene dest bi greva birçîbûnê ya 10 rojan kiriye. Yildiz, Hevseroka KCD'ê Leyla Guven a ku 110 roj in di greva birçîbûnê de ye silav kir û wiha got: “Dixwazim destnîşan bikim ku xwedîderketina li grevên birçîbûnê wezîfeyeke şoreşgerî ya me sosyalîstan e."   ‘EM LI KU DERÊ DIBIN BILA BIBIN DIVÊ EM XWEDÎ DERKEVIN’   Yildiz, diyar kir ku ew li ku derê dibin bila bibin divê li pêşberî vê berxwedanê bêdeng nemînin û wiha rêz kir: “Li her devera em lê ne, divê bi şêweyên cuda yên çalakiyan em bi berpirsyariya xwe ya şoreşgerî rabin. Divê em xwedî li çalakiya greva birçîbûnê ya 100 roj derbas kiriye derkevin."   ‘DIVÊ SOSYALÎST BÊDENG NEMÎNIN’   Yildiz, da zanîn ku meşrûbûna daxwaza şikandina tecrîda li ser Ocalan bênîqaşe û wiha dawî li nameya xwe anî: “Bi vê çalakiyê berxwedan hatiye mezinkirin. Ji bo çalakiyeke daxwazên mafdar, meşrû û şoreşger, divê sosyalîst bi tu hincetan bedeng nemînin. Ji bo xwedî derketina têkoşîna şikandina tecrîdê, min ji bo 10 rojan ji 20’ê Sibata 2019’an ve dest bi çalakiya greva birçîbûnê kiriye. Bi vê nameyê ez çalakiya xwe ji raya giştî re aşkere dikim. Ez serkeftinê ji hemû gelê me û dostên me yên li qadan li ber xwe didin re dixwazim.”