Polîsan daxuyaniya greva birçîbûnê ya Bakirkoyê asteng kirin 2019-02-25 12:56:28   STENBOL - Înîsiyatîfa Piştevaniya Zindanên Marmara, xwest derbarê grevên birçîbûnê de daxuya bide, lê ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin.   Înîsiyatîfa Piştevaniya Zindanan a Marmara, bi armanca piştgiriyê bide çalakiyên greva birçîbûnê yên li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, xwest li ber Girtîgeha Bakirkoyê daxuyanî bide, lê  polîsan asteng kir.    Polîsan ji girseya ku xwest daxuyanî bi de re wiha got: “Ev qad, ji derveyî daxuyanî dayîna walîtiyê ye. Ji ber vê hûn nikarin li vê derê daxuyanî dibin.” Girseyê, li ser vê yekê gotin ku ewê biçin li ser Walîtîya Stenbolê daxuyanî bidin.