HDP’ê îstîsmara zayendî ya li Serêkaniyê hat jiyîn bir Meclîsê 2019-02-25 13:17:13   RIHA - Parlementera HDP’ê ya Rihayê Ayşe Surucu, îstîsmara zayendî ya li dijî zaroka 14 li Serêkaniyê pêk hat, bi rojeva Meclîsê.    Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê ya Rihayê Ayşe Surucu, îstîsmara zayendî ya ya li dijî zaroka 14 salî E.A. li navçeya Serêkaniyê ya Rihayê pêk hat û nûçeya wê ji aliyê ajansa me ve hat serwîs kirin bir rojeva Meclîsê.   Surucu, di pirsnameya ji bo ku Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul bi bersivîne da Serokê Meclîsê, ev pirs pirsîn:    * Semdem û hinceta biryara veşartinê ya di dozê de hat dayîn çiye?   *Li navçeya Serêkaniyê ya Rihayê bûyerên îstîsmara zayndî û tacîzê pir zêde rû didin. Mirov bi tu awayî nikare xwe bigihîne encamên lêpirsînên tên vekirin û li ser lêpirsînan tên girtin. Ji bo ev bûyerên wiha dinava civakê de neyên qebûl kirin, wezareta we tedvîrên çawan digire?    *Me berê jî derbarê îstîsmarên zayendî û tacîzên li Serêkaniyê hatin jiyîn de pirsname dan. Gelo çima heya niha bersiva pirnameyên me nahatin dayîn?   BÛYER    Li navçeyê 6 kesên îstîsmara zayendî li zarokek 14 salî kirin hatibûn binçavkirin. Kesên lêpîrsîna wan li midûriyeta polîsan bi dawî bû, sewqî edliyê hatibûn kirin. Kesên binavê H.Î., F.Ç., F.O., M.Y. û Î.E. ji aliyê dadgeha nobedar ve hatibûn girtin û kesek jî bi şertê kontrola edlî hatibû berdan. Hat diyar kirin ku di çarçoveya dosyeyê de lêgerîna kesek din jî heye, lê heya niha nehatiye binçavkirin.