Buldan: Divê AKP bêdeng nemîne tecrîdê rake 2019-02-25 14:10:39 ENQERE - Hevseroka Gişti ya HDP'ê Pervin Buldan, der barê çalakiya greva birçîbûnê ku Hevseroka KCD'ê Leyla Guven 110 rojin berdewam dike û li zindanan zêdeyî 317 girtî di grevê dene, civîna çapemeniyê pêk ani. Buldan, xwest partiyên siyasî li hemberî vê yekê bêdeng nemînin û êdî van daxwazên girtiyan bibînin û gavan bavêjin û wiha got: "Di vê pêvajoya ku roj bi roj bedena wan dihile û nêzî mirinê dibin de, divê AKP li hemberî vê yekê bêdeng nemîne. Divê teqez tecrîdê bi dawî bike."    Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Navenda Giştî têkildarî çalakiyên greva birçîbûnê civîna çapemeniyê pêk anî. Di civînê de Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan axivî û bang li meclisê û raya giştî kir. Buldan, xwest ji bo tişên neyînî pêk neyên êdî her kes gavan bavêjin û wiha got: "Ger ku bûyerek neyînî pêk bê, hikûmeta AKP'ê berpisiyar e."    Buldan, derbarê çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Civka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven ku li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 110 rojin di greva birçîbûnê de ye, nirxandinên giring kir. Pervîn bi agahdarîkirina ku bi koma MYK'ê re civînek li dar xistine dest bi civînê kir û wiha berdewam kir: "Me beriya hilbijartinê bi hevalên xwe yên parlamenter  û bi koma MYK'ê re ji bo ku em bernameya hilbijartinê û ji bo tecrîd û gireva birçîbûnê dikarin çi bikin plan bikin civînek li dar xist.  Ev demek dirêj e ku pêvajoya greva birçîbûnê berdewam dike. Di serî de Leyla Guven, piştî wê girtiyên li girtîgehan, li çar aliyê welêt û li Eweropayê hevalên me di greva birçîbûnê de ne."   'ME TEVÎ HEMÛ ASTENGIYAN BARÎKAT DERBAS KIR'   Pervîn Buldan,  bi bîr xist ku Leyla Guven 110 roj in di greva birçîbûnê de ye û wiha got: "Grava birçîbûnê êdi hatiye asta xeteriyê. Li gel bang û hewldanên me jî hikûmetê tu gav neavêtiye. Îktîdareke ku ji bilî bêdengkirin û astengkirinê tu tiştekî din nake heye li hember me. Meşa parlamenteran a ku ji Amedê hat destpêkirin ji aliyê Wezîrên Karên Hundir ve hewl hat dayîn ku bê astengkirin.  Lê li  gel hemû astengiyan jî hevalên me barîkat derbas kirin. Hevalên me ev meş bi armanca balê bikişînin ser çalakiya greva birçîbûnê li dar xistin. Tecrîd tenê ne pirsgirêka Gelê Kurd û ya HDP'ê ye."   'PÊWISTE MECLÎS GREVÊ BIKE ROJEV'    Buldan, herî dawî bang li Meclisê û raya giştî kir û wiha lê zêde kir: "Divê tecrîd bê rakirin. Bêyî ku tu kes jiyana xwe ji dest bide divê tecrîd bê rakirin.  Divê Wezîrê Dadê qanûnên ku derxistine bike meriyetê.  Hemû komên li meclisê divê li dijî tecrîdê hestiyar tevbigerin. Tecrîd tenê ne li ser birêz Abdullah Ocalan li ser tevahiya Tirkiyeyê ye. Em bang li serokê meclisê jî dikin  û dibêjin ku divê derbarê daxwazên Leyla Guven de gav bên avêtin. Leyla tenê yek parlamenter e ku son nexwariye û li meclisê ne di tevgerê de ye. Daxwazên hevlên me ne dijhiqûqî ne divê ku bên qebûlkirin divê ku hikûmet û Wezîrê Dadê li gor qanûnê derxitine tevbigerin."   'DIVÊ KESÊN EDALETÊ DIXWAZIN DENGÊ XWE BILIND BIKIN'   Her kesê di girtîgehê de xwedî mafê ku bi malbat û bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike ye. Di vî warî de tecrîd tenê li ser li Îmraliyê li li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Oclalan heye. Birêz Ocalan jî wekî her kesî xwedî vî mafî ye.  Divê ku tecrîd demildest bê bidawîkirin.  Ji tiştên neyînî ku biqewimin hikûmeta AKP'ê berpirsiyar e."