Çalakger Nasir Yagiz nikare rabe ser xwe û raze 2019-02-25 15:55:15   HEWLER - Çalakger Nasir Yagiz 97 roj in di greva birçîbûnê de ye. Yagiz ê bedena wî roj bi roj dihele, êdî nema dikare razê û ji şûna xwe rabe.   Nasir Yagiz piştî Leyla Guven berxwedêrê herî demdirêj e ku di greva birçîbûnê de ye. Yagiz 97 roj in di greva birçîbûnê de ye. Di hefteyên dawî de rewşa Yagiz ya tenduristiyê gelek giran bûye, êdî nema dikare razê û ji şûna xwe rabe.   Yagiz serê sibê bi alîkariya kesên li ber wî ne û bijîşkan dikare ji nava nivînan rabe. Tevî ku bedena wî kêlî bi kêlî û roj bi roj dihele jî, Yagiz dibêje ku dê çalakiya wî wê bi ser bikeve û tecrîd dê rabe.   Bijîşke Durê Mihemed Uren, darbarê rewşa tenduristiyê ya Yagiz de axivî û got: "Rewşa Yagiz giran e. Yagiz heta niha 14 kîlo kêm kiriye. Xwîna Yagiz di asteke normal de naherike. Ji ber ku çavên wî zehîf bûne, baş nabîne, mîda wî dixele û êş dikeve serê wî. Ji ber ku ev êş bi şev girantir dibin, xew bi çavên wî nakeve. Yagiz her saet, ji aliyê fîzîkî ve dihele û rîsk hene ku pirsgirêkên tenduristiyê yên mayînde pê re rû bidin."   Dr. da zanîn ku Yagiz tedawiyê qebûl nake û wiha bilêv kir: "Tenduristiya wî roj bi roj bêhtir nebaş dibe. Gelek li xwe kêm kiriye. Di tansiyon, çav, liv û tevgerên wî de pirsgirêkên giran rû dane."   Li kampa penaberan a Mexmûrê jî endama Meclîsa Îşta Fadîle Tok 38 roj in di greva birçîbûnê de ye.