Ji bo çalakgerên greva birçîbûnê helbestek nivîsand 2019-02-26 09:20:41 STENBOL – Girtiyê nexweş nivîskar Ahmed Huseyîn ku 27 sal in girtiye, li ser kesên li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ne helbestek nivîsand.  Çalakiyên greva birçîbûnê yên li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatn destpêkirin didomin. Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven di roja 111'an de didome. Li 62 girtîgehan jî çalakiya 317 girtiyan didome. Girtiyê nexweş nivîskar Ahmed Huseyîn ku 27 sal in di girtîgehê de ye, li Girtîgeha Jimare 2'yan a Tîpa F a Kandirayê li ser kesên di greva birçîbûnê de ne helbestek nivîsand.    Huseyîn, di sala 1971'ê de li Efrînê hatiye dinê û ji sala 1992'yan ve ji doza PKK'ê gitiye. 4 pirtûkên Huseyîn hene; “Zayîna bi Amûre Sertûj”, “Dilê Çar Dilî”, “Canheval” û “Axîna Dilistan”.    Helbesta ku Ahmed Huseyîn li ser çalakgerên di greva birçîbûnê de nivîsandiye ev e:    "Çalakvan im ez! Navê min Leyla ye Navê min Nasir, İmam e Navê min Hacer, Necla, Sebahat û Selma ye Navê min İbrahîm, Berzên, Demhat û Serhadcan e   Paşnevê min Berxwedan e! Ez Şagirtê Rojê me Rêhevalê Heqî, Salîh û Mazluman Şopdarê Kemal, Xeyrî, Akîf û Eliyan Şervanê Egîdan, Zîlanan im ez!   Xewnên min Bi hêsirên dayîkan Bi xwêdana azadîxwazan û Bi xwîna pakrewanan şil in!   Ez pakrewana/ê zindî me Min di ber tililiyên cejna azadiyê Bi hêsîrên kenê serkeftinê bişon Pakrewan im ez’   Bi qenciyên rojê Bi delaliya awirên wî û Bi xweşikbûna xewjinên wî Hatime pêçan!   Ez! Ez pakrewana/ê serkeftinê me Va ye ! Bi şadiya Roja sor Bi kêfxweşiya cejna serkeftinê Li ber tîrêjên Roja azad Li dayîkan vedigerînim hêsirên ku Di rojên cengê de Min bi deyn ji wan girtibûn!   Ez ê Serkeftinê bidim dayika siberojê û Diyarî we bikim Da ku hûn Di hembêza wê de Bîranînên xwe yên kesk, sor û zer Bi dilgeşî biçînin û zarokên me Li ser vê axa kevnar Her rûken bin Di bin tîrêjên Rojê de.”   MA / Sadiye Eser