Girtiyê 78 rojin di greva birçîbûnê de: Berxwedana me teqez dê ser bikeve 2019-03-12 11:20:14   ÎZMÎR - Li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 1 a Kiriklar, girtiyên 78 rojin di greva birçîbûnê dene, bi rêya malbatên xwe name şandin û gotin: “Berxwedana me teqez dê bi ser bikeve”   Li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 1 a Kiriklar a navçeya Bûca ya Îzmîrê, girtiyên binavê Samî Ozturk, Erdal Polat û Abdullah Oral ên ji 26’ê Kanûna 2018’an ve di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger dene, bi rêya malbatên xwe name şandin û diyar kirin ku dê berxwedana wan bi serkeftinê bi encam bibe.    Girtiyan, dan zanîn ku bi pêşengtiya Leyla Guven carek din berxwedana dîrokî tê nivîsandin û wiha gotin: “Jina Kurd a bihêz Leyla Guven, tiştên ku divê werin girtin, hemû gotine. Tişta dikeve ser milê me jî, peywira xwe ya dîrokî pêk anîne. Divê em deynê xwe yê li hemberî nirxên xwe bidin. Ev berxwedana me ya di pêşengtiya jinan de pêş ketiye, tezez dê ser bikeve. Bi pêşengtiya jin û ciwanan roja roja serhildanê ye. Roja roja bi rihê Mehmet Tûnç û Sêvê Demîran newroz bûyîne. Roja roja rêheval Zîlan ku got ‘Xwezî ji canê min zêdetir tiştekê min hebûya ku min di oxira Rêbertiya Azad û Kurdistana Azad bi dabû’ ye. Xwedî li Rêbertiyê derketin, deynê rûmetê. Silav ji rêhevalên me yên newroza 2019’an, bi helandina  bedenên xwe vediguherînin newroza azadiyê.”   ‘VÎTAMÎNAN NADIN’   Vasfî Ozer ê di 4’ê Adarê de, çû hevdîtina kurê xwe Savaş Ozer, diyar kir ku kurê wî derbarê binpêkirinên mafan ên li girtîgehê tên jiyîn de agahî dan. Ozer, da zanîn ku kurê wî jê re gotiye, hevalên wan Samî Ozturk, Erdal Polat û Abdullah Oral ev 78 rojin di greva birçîbûnê dene û wiha axivî: “Kurê min li van girtiyên di grevên birçîbûnê dene mêze dike. Di dema hevdîtinê kurê min ev agahî ji min re vegotin; ‘Hevalê em Samî Ozturk girçika wî ya çepê bi pirsgirêk û nikare ji ber bimeşe. Vîtamînin B1 û karbonatê nadin girtiyan. Rojnameyan bi hincetên cuda nadin me. Bi hinceta girtiyan dirûşme berz kirin, cezayê hucreyê li hemû girtiyan birîn. Em bang li raya giştî dikin ku bi hestiyar tevbigerin. Di serî de Wezareta Dadê, dê hemû sazî û dezgehên berpirsiyar gav bavêjin.”