Hevseroka HDP’ê ya berê Kizil hat girtin 2019-03-12 13:00:57   BALIKESÎR - Hevseroka HDP’ê ya navçeya Artemêt a berê Hurriyet Kizil, cezayê wê yê ji ber şermezarkirina Komkujiya Pirsûs hatibû erêkirin, hat girtin.    Li Balîkesîrê, Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Artemêt a berê Hurriyet Kiliz, di serdegirtina malê ya serê sibê de hat binçavkirin û girtin.    Kizil, di dema komkujiya navçeya Pirsûs a Rihayê de, daxuyanî dabû çapemeniyê û derbarê wê de doz hatibû vekirin. Di doza hat dîtin de ji bo Kizil 11 me û 20 roj cezayê girtîgehê hatibû birin. Piştî ev cezayê girtîgehê ya Kizil hat erêkirin, serê vê sibê li mala xwe hat binçavkirin û girtin.