Karkerê li Girneyê ji qatê 2'yemîn ket jiyana xwe ji dest da 2019-03-12 14:15:31   NAVENDA NÛÇEYAN - Karkerê ji Amedê yê 27 salî Huseyin Kurt ji qatê 2'emîn ket, jiyana xwe ji dest da.    Karkerê sewaxê yê 27 salî Huseyîn Kurd li Navçeya Girne ya Kibrisê ji qatê 2'emîn ket xwar û jiyana xwe ji dest da. Karkerê sewaxê Kurt bavê 2 zarkan bû. Kurt ji bo debarê ji Amedê hatibû li Navçeya Gîrne ya Kibrisê karê înşaetê dikir.