Serlêdana parêzerên Ocalan a cara 797’emîn hat redkirin 2019-03-12 16:55:45   STENBOL - Dozgeriya Komarê ya Bursayê serlêdana daxwaza hevdîtina parêzerên Ocalan a 797’emîn red kir.   Ji parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Cengîz Çîçek, Cengîz Yureklî, Nevroz Ûysal û Faîk Ozgur Erol bi boneya bi miwekîlên xwe re hevdîtin bikin duh serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dabûn. Lê serdozgeriyê serlêdana parezeran cara 797’emîn red kir.   Serlêdanên parêzerên Ocalan ji 27'ê Tîrmeha 2011'an heta niha her tim, bi hinceta “muxalefeta hewayê heye", “Koster xerabe ye", “Koster di tamirê de ye", “OHAL heye" û "Xala 5275'an a Tedbîrên ewlehiyê û ceza tên redkirin