Gelê Kobanê ji bo Leyla Guven meşiyan 2019-03-12 19:21:03   KOBANÊ - Bi hezaran şêniyên kantona Kobanê bi armanca piştgiriya çalakiya Hevseroka KCD'ê û parlamentera HDP`ê ya Colemêrgê Leyla Guven a 125 roj in li dijî tecridkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ye, meşiyan.    Berxwedana Hevseroka Kongreya Civaka Demnokratîk (KCD) û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven a bi armanca rakirina tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kir, di roja 125'emîn de didome. Piştî ku li kantona Kobanê ji bo piştgiriya Guven seferberî hat îlankirin, bi hezaran şêniyên kantona Kobanê meşiyan û piştgiriya xwe ya ji bo Lelya Guven anîn ziman. Meş ji Qada Jina Azad a bajarê Kobanê dest pê kir. Hemû beşên civakê, endam, rêveberên saziyên Rêveberiya Xweser, saziyên civka sivîl tev li meşê bûn. Girsê di meşê de pankartên "Çalakiya we dijminên mirovahiyê ditirsîne", "Bêdengiya navdewletî mohreke reş e li ser eniya mirovahiyê" û "Kobanê Rêberê xwe dixwaze" hildan û wêneyên Leyla Guven û Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hildan. Girsê bê navber dirûşmên silavkirina berxwedana gelê Bakurê Kurdistanê û berxwedana Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan berzkirin. Meş li Qada Şehîd Egîd veguherî mitîngê. Di mitîngê de endama Meclisa Giştî ya PYD`ê Dîlber Yûsif axivî û şehîdên Serhildana Qamişlo bi bîr anîn.   BAASÊ XWEST DI 12'Ê ADARÊ DE KURD Û EREBAN BÎNIN HEMBERÎ HEV   Dîlber, diyar kir ku 12'ê Adarê rojeke dîrokî ye ku heqî bi ser ket û wiha got: "Di 12'ê Adara 2004`an de rejîma Baas xwest tevliheviyê di navbera pêkhateyên herêmê yên Kurd û Ereb de derxe. Lê bersiva vê yekê ji siyaseta wan mezintir bû. Gelê herêmê bi yekitî û hevgirtina xwe li dijî faşîzma Baasê sekinî. Yekitiya gelên herêmê ji hewldanên rejîma Baas ku dixwest gelê herêmê parçe bike, mezintir bû."   Dîlber, anî ziman ku ew li vir in û wiha berdewam kir: "Em li vir in da ku em ji tevahî cîhanê re teqez bikin ku em li dijî zîhniyeta faşîzma Tirkiyê û piştgiriya çalakiya greva birçîbûnê ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, yek in. Em bang li gelên cîhanê, rêxistinên mirovahiyê û mafên mirovan dikin ku ji xewa xwe rabin û sînor ji kiryarên dewleta Tirk ên derexlaqî û dermirovî li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hemû girtiyên di zindanên Tirkiyê de, deynin."   Dîlber bêdengiya navdewletî û cîhanî ya li hemberî hikumeta AKP`ê bibîr xist wiha bi dawî kir: "Heger tu tişt bi yek ji kesên di çalakiya greva birçîbûnê de ye bê, civaka navdewletî berpirsiyar e. Em berxwedana Leyla Guven û hevalên wê yên di grevê de silav dikin. Heta armancên wan pêk bê, gelê Kobanê wê li pişt wan be. Em soz didin ku ji bo tecrîdkirina Rebere PKK'e Abdullah Ocalan bi dawî bibe emê her dem dengê xwe bilind bikin."