Sirri Sureyya Onder: Divê Leyla Guven bijî 2019-03-13 09:18:49 STENBOL – Parlementerê HDP'ê yê berê Sirri Sureyya Onder, destnîşan kir ku tecrîda li Îmraliyê tenê bi Îmraliyê ne sînordarkirî ye, di heman demê de tê wateya tunekirina hêviya ji bo pêşeroja hevpar, demokrasî û aştiyê.    Parlementerê HDP'ê yê Enqereyê yê berê û Berdevkê Heyeta Îmraliyê Sirri Sureyya Onder, ji ber cezayeke berê lê hatibû birîn, di 6'ê Kanûna 2018'an de ket Girtîgeha Jimare 1 a Tîpa F a Kandir a Kocaeliyê. Onder, der barê tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û çalakiyên greva birçîbûnê yên li dijî tecrîdê hatin destpêkirin de pirsên Ajansa Mezopotamyayê bersivandin.    Onder, destnîşan kir ku tecrîda li Îmraliyê tenê ne tecrîdeke ku bi Îmraliyê re hatiye sînordarkirin û got: "Her wiha tecrîda tê pêkanîn tê wateya tunekirina hêviya pêşeroja hevpar, demokrasî û aştiyê. Loma divê vîna ku Leyla Guven û hevalên me yên din derxistine holê, baş bê fêmkirin. Ev kes canê xwe avêtine holê. Divê em rêzê nîşanî wan bidin û hewl bidin ku bijîn."    Onder, ji bo hilbijartina herêmî ya 31'ê Adarê jî got: "Ji bo me tişta herî girîng ew e ku em vîna gel a hatiye xespkirin yanî bajarên me yên ji şaredarên xwe hatine mehrûmkirin careke din radestî xwediyên wan ê esasî bikin. Piştî vê jî a divê bê kirin jî xwerexnekirineke wêrekî ye û li rêveberiyên herêmî barkirina rêgeza demokrasî û beşdarbûyînê ye. Ev deynê me yê sereke ye. Tu mazereteke me jî tune ye. Teşhîskirina muxalifan rihet e. Ji bo vî mirov tenê li zindanan binere jî bes e. Divê tişta em bikin; rêxistinbûyîna kesên nayên hesibandin û xizanan. Ev her du derdorê ji sedî 70'yê welat in."