Fîrmaya anketê ji Kayserî û ya konê fitariyê jî ji Xarpêtê! 2019-03-13 09:20:49 WAN - Piştî qeyûm tayînî Şaredariya Mezin a Wanê hat kirin, hemû xeyrî menqûlên şaredariyê hatin firotin û şaredarî bi milyonan di bin deynan de hat hiltin. Qeyûm Mûrat Zoroglû, hemû îhale dan fîrmayên li Xarpêt û Kayseriyê. Konên fitariyê yên hatin danîn û anketên ji bo gihaniyê hatin çêkirin jî dan fîrmayên li van bajaran.  Piştî qeyûm tayînî Şaredariya Mezin a Wanê hat kirin, hema bêhe hemû mal û milkên şaredariyê hatin firotin û bi milyonan kredî hat kişandin û şaredarî htea qirikê di nav deynan de hatiye hiştin. Derket holê ku gelek îhaleyên hatin kirin dane fîrmayên li Kayserî, Stenbol û Xarpêtê û ev îhale bi usûla bazariyê hatine kirin. Her wiha gelek kar û barên ku diviya saziyn fermî yên din bikirana, gelek jê şaredarî kiriye û pereyên wan jî ji budçeya şaredariyê hatiye dayîn.    Piraniya îhaleyan jî dane fîrmayên li Xarpêtê û Kayseriyê. Qeyûm Mûrat Zoroglû ji Xarpêtê ye û Sekreterê Giştî Mûstafa Yalçin jî ji Kayseriyê ye.    Rêveberiya qeyûm a Şaredariya Mezin a Wanê, di sala 2018'an de ji bo meha Remezanê organîzasyonek çêkir. Lê belê ev organîzasyon ne ji aliyê fîrmayên li bajêr, ji aliyê hin fîrmayên navedan wan li Stenbolê ye hatine çêkirin. Ji bo mehekê şaredariyê bi giştî milyon û 250 hezar lîre pere xerc kiriye û her wiha pergala deng û karê xizmetê yê konê Remezanê, ji aliyê fîrmayeke li Xarpêtê hatine peydakirin û ev yek bi 488 hezar lîreyî hatiye kirin. Şaredariyê îhaleya "çandina şitlan" jî bi milyon û 826 hezar lîreyî da fîrmayeke li Xarpêtê.    Şaredariya Mezin a Wanê, di sala 2018'an de bi navê "anketa der barê gihaniya bajêr û etuda pergala biray" anketek çêkir û îhale kir du perçe. Şaredariyê îhale da fîrmayên li Kayseriyê û ji bo vê jî 320 hezar lîre hatiye xerckirin.    Her wiha Şaredariyê ji bo xwendekarên serketî, çûyîna Çanakkale û Stenbolê jî kir îhale û ev îhale jî da fîrmayeke Stenbolê. Ji bo vê îhaleyê jî milyon û 242 hezar lîre hatiye xerckirin.    Rêveberiya qeyûm, hin xizmetên diviya Wezareta Perwerdehiya Netewî bike, wê kir. Qeyûm, di sala 2017'an de ji bo selihandina hin dibistanên li bajêr 8 milyon û 190 lîre pere xerc kiriye. Li navçeya Serayê 701 hezar, li Erdîşê 492 hezar, li Mûradiyeyê 650 hezar, li şaxê 440 hezar, li Elbakê milyon û 307 hezar, li Çildiranê 454 hhezarî li Payîzava milyon û 40 hezar, li Tûşbayê 663 hezar, li Artemêtanê 188 hezar, li Westanê 490 hezar û li Îpekyolûyê jî 211 hezar lîre hatiye xerckirin.