Ji 4 zarokên ên girtî 2 jê di greva birçîbûnê de ne: "Wê ev berxwedan nîvco nemîne 2019-03-13 09:21:23 SÊRT - Kûdret Aşkara ku ji 4 zarokên wê yên girtî 2 jê di greva birçîbûnê de ne, diyar kir ku wê berxwedan nîvco nemîne û bang li her kesî kir ku bibin dengê girtiyan.  Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku ji bo tecrîdakirin Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe da destpêkirin di roja 126'an de didome. Bi heman daxwazê di 16'ê Kanûna 2018'an de jî li gelek girtîgehan çalakiya greva birçîbûnê dest pê kir û di 1'ê Adarê de jî li tevahiya girtîgehan belav bû.    Ji girtiyên di greva birçîbûnê de 2 jê jî birayên hev Abdurrahîm Çetînkaya (39) û Mehmet Aşkara (29) ye. Çetînkaya, 13 sal in girtiye û di Girtîgeha Jimare 3'yan a Şakranê de ye. Aşkara jî 3 sal in girtiye û di Girtîgeha Tîpa L a Kepsûta Balikesîrê de ye. Çetînkaya, ji 15'ê Sibatê ve û Aşkara jî ji 18'ê Çileyê ve di greva birçîbûnê de ye. Her wiha birayê wan Îbrahîm Çetînkaya jî 13 sal in girtiye û di Girtîgeha Tîpa L a Panosê û xwişka wan Sabriye Aşkara jî di Girtîgeha Tîpa E ya Sêrtê de ye.    Dayik Kûdret Aşkara (65) diyar kir ku piştî bavê wê miriye wê nikaribûye nasnameya xwe derxîne û ji ber vê du zarokên wê yên ewil li ser navê hin kesên din qeyd kirîne. Aşkara, da zanîn ku piştî zewiciye wê jî nasnameya xwe li ber navê hin xizmên xwe derxistiye û her du zarokên wê yên din jî li ber navê wê qeydkirîne.    DI 10 SALAN DE TENÊ 2 CARAN ÇÛYE   Dayik Aşkara, da zanîn ku kurê wê yê mezin Abdurrahîm Çetînkaya, di sala 2012'an de ketiye greva birçîbûnê û 55 rojan di grevê de maye û niha jî ji 15'ê Sibata 2019'an ve di greva birçîbûnê de ye Dayik Aşkara, bilêv kir ku 10 sal berê kurê wê ji Girtîgeha Tîpa E ya sêrtê sewqî Girtîgeha Jimare 3'yan a Şakranna Îzmîrê hatiye kirin û ji ber rewş aborî di 10 salan de tenê 2 carn karibûye biçe girtîgehê.    ‘HINEKÎ XWEDÎ WIJDAN BIN'    Dayik Aşkara got: "Bang li hemû kurd, tirks, ereb û tevahiya gelan dikim. Em dengê xwe bilind bikin da tiştek neyê serê zarokên me. Berpirsiyariya vî karî ten ne li ser milê zarokên me, dayik û çend kesa ye. Ev berpisiyariya hemû mirovan e. Hinekî xwedî wijdan bin. Ez nabêjim bila dilê we wek ê min bişewite, lê tenê hinekî wijdan."    ‘EM Ê TEVÎ ZAROKÊN XWE LI BER XWE BIDIN'    Dayik Aşkara, bilêv kir ku gelê kurd bi tevahî tê tecrîdkirin û got: "Wexta panêzr di ber derî re derbas dibin zarokên me ji tirsa direhilin. Ev tecrîda herî mezin e. Dewleta tikr bi çavê dijminatiyê li me diner û dixwaze me tune bike. Lê belê heta em sax bin em ê tevî zarokên xwe li ber xwe bidin. Min perçe bikin bavêjin nav kuçeyan jî, ez ê dev ji doza Serok, Mehmet Tûnç bernedim."    Dayik Aşkara, destnîşan kir ku girtî ne ji bo xwe û malbatên xwe, ji bo doza xwe di greba birçîbûnê de ne û got: "Dakevin kuçeyan. Bibin dengê girtiyên di greva birçîbûnê de. Eger ev mirov biçin wê hin kesên din bên şûna wan. Yek diçe çar tên. Wê ev berxwedan nîvco nemîne. Divê her kes xwedî li gelê xwe û van zarokên di greva birçîbûnê de ne derkeve."