Hunermendan ji bo greva birçîbûnê bang li hikûmetê kirin: Gavan bavêjin 2019-03-13 09:22:33 STENBOL – Rewşenbîr û hunermendan bang li hikûmetê kir ku ji bo rakirina tecrîdê tev bigere û gotin: "Ev berxwedan tenê ne ya Leyla Guven e. Divê bibe berxwedanê hemû kesên ji bo jiyaneke mirovane têdikoşin."  Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku ji bo tecrîdakirin Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe da destpêkirin di roja 126'an de didome. Bi heman daxwazê di 16'ê Kanûna 2018'an de jî li gelek girtîgehan çalakiya greva birçîbûnê dest pê kir û di 1'ê Adarê de jî li tevahiya girtîgehan belav bû.    SOLGÛN: DIVÊ HIKÛMET DEMILDEST TEV BIGERE    Nivîskar-lêkolîner Cafer Solgûn got: "Tecrîd, binpêkirin maf û azadiyan e. Ji dêvla israrkirinê, divê berî bi derengî bikeve hin gav bên avêtin. Divê ji bo vê kes jiyana xwe ji dest nede. Muxatab hikûmet e û divê demildest hin gavan bavêje."    ADAY: AŞTÎ Û BIRATΠ   Helbesstkar Nesîmî Aday jî got: "Leyla Guven û girtî ji bo ew edalet winda bê dîtin bedena xwe dane ber birçîbûnê. ev îtiraza Guvenê di heman demê de, diêrjkirina dest a ber bi aştiyê ve ye, lê mixabin ev dest dirêjî kesên wijdanê wan ko bûye nabe." Aday, destnîşan kir ku Guven bi salan ji bo heq û hiqûqê têkoşiyaye û got: "Li girtîgehê dest bi vê greva xwe ya pîroz kir û piştî hat berdan li malê didomîne. Hêvîdar im beriya her tiştî tiştek bi Leyla Guven neyê da karibe karê xwe bike."    AYDIN: ÇARE ZİNDEKIRINA RUHÖ BERXWEDANÖ YE    Lîsyikvan Orhan Aydin jî, anî ziman ku li dijî neheqî, bêhiqûqîtî û bê edaletiyê grevên birçîbûnê xala dawaî ne. Lê belê mirin b tu awayî ne çare ye. Çare zîndekirina ruhê berxwedan û yekparebûn ê ye. Belkî mirina di dema liberxwedayînê de erdem be, lê belê tişta sereke ew e ku têkoşîn bilindtir bibe. Loma divê dengê Leyla Guven bê bihîstin."    ROTÎNDA: JI BO JIYANEKE AZAD DIVÊ EM LI CEM WAN BIN    Hunermend Rotînda jî, destnîşan kir ku 20 sal in Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tê tecrîdkirin. Rotînda, diyar kir ku kesên di greva birçîbûnê de ne li dijî tecrîdê bi awayekî bihişmet li ber xwe didin û got: "Li ber vê vînê bejna xwe ditewînim. A dikeve ser milê me jî ew e ku em li cem wan bin. Tecrîdkirina li ser Birêz Ocalan li ser gelê kurd jî tê pêkanîn. Ji bo em bi awayekî azad bijîn divê em li cem wan bin."    GERÇEK: EV BERXWEDANA HER KESÎ YE    Hunermend Ozlem Gerçek jî, destnîşan kir ku Leyla Guven li dijî pêkanînên antî demokratîk ên Tirkiyeyê di greva birçîbûnê de ye û got: "Wexta çûm serdana Leyla Guven, min ew wêrekî û bawerî dît. Wexta em bên cem hev û em bi hev re dengê xwe bilind bikin wê ev berxwedan xurtir be. Ev berxwedan tenê ne ya Leyla Guven e. Divê bibe berxwedanê hemû kesên ji bo jiyaneke mirovane têdikoşin. Divê em li dijî tecrîdê, hemû pêkanînên antî demokratîk ên li vî welatî derkevin û divê em li cem hev bin. Divê em dengê xwe, gotina xwe û yekîtiya xwe bilindtir bikin."    MA / Sadiye Eser