Yîgît ê 68 rojin di greva birçîbûnê deye: Emê dest ji berxwedanê bernedin 2019-03-13 09:23:42 MÊRDÎN - Girtiyê bi navê Halef Yîgît ê 68 rojin li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 1 a Tarsûsê di greva birçîbûnê deye, di peyama şand de, diyar kir ku ewê tu carî dest ji berxwedanê berdin û got: “Erka herî girîng dikeve ser milê gelê me.”  Girtiyê 25 salî Halef Yîgît ê li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji 5’ê Çile ve li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 1 a Tarsûsê di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger deye, di hevdîtina telefonê ya bi malbata xwe re kir de, derbarê çalakiya xwe de agahî dan.    'BERXWEDANEK DÎROKÎ PÊŞ KETIYE'   Yîgît, diyar kir ku piştî 11 girtiyan, 62 girtiyên din jî, di 1’ê Adarê de dest bi greva birçîbûnê kirin û wiha got: “Rewşa tenduristiya me başe. Berî tenduristiyê, çavê me li pêvajoyê ye. Ev berxwedan mîne çirûskên agirê Newrozê dest pê kir û li hemû cîhanê belav bû. Berxwedanek dîrokî pêş ketiye. Ev berxwedana vînê ye. Bi vîna rêbertiya me xelimiliye. Em bi biryarin. Ev vîn jî, ev berxwedan jî teqez tê qezenc bike.”   ‘EMÊ TU CARÎ DEST JI BERXWEDANÊ BERNEDIN’   Yîgît, polîtîkayên li dijî gelê Kurd tên birêve birin jî, şermezar kir û di dawiya axaftina xwe de ev peyam da: “Em polîtîkayên li dijî gelê Kurd şermezar dikin. Bila hemû kes zanibe ku, çi dibe bila bibe, emê tu carî dest  ji berxwedanê bernedin. Heta ku tecrîd rabe, emê li ber xwe bidin. Divê gelê me jî destekê bide vê berxwedana dîrokî. Ji bo ku em destkeftiyên vê pêvajoyê bi ser bixin, erka herî girîng dikeve ser milê gelê me. Bi van hestan em gelê xwe silav dikin. Em li bendêne ku destekê bidin me û bibin dengê me. Bi van hestan em hemû hevalên di berxwedanê dene silav dikin û herî dawî dibêjim ku teqez emê qezenc bikin.”