Hebûna DAIŞ’ê gav bi gav tê qedandin 2019-03-13 11:07:24 DÊRA ZOR – QSD li Dêrazorê gav bi gav dawî li DAIŞ’ê tîne û ji ser rûyê paqij dike. Operasyona dawî ya QSD’ê ji aliyê ajansa me hat qeydkirin.  Hêzên Sûriyeya Demokratîk operasyona bi navê “Bahoza Cizîrê” li Dêrazorê li dijî DAIŞ’ê pêk tîne. Li bajarokên Baxoz û Hecînê di operasyonên tên lidarixistin de ber bi dawî ve diçe. Şervanên QSD’ê bi taybetî di saetên şevê de giranî didin operasyonên xwe û bi sê milan ve bi ser DAIŞ’ê ve diçin û nokteya herî dawî gav bi gav ji DAIŞ’ê paqij dikin.    Gundê Baxozê kul i ser sînorê Iraq û Sûriyeyê ye li qeraxê Çemê Firatê cih digire. Kêliyên dîrokî li Baxozê diqewin. DAIŞ’iyên nikarin li ber xwe bidin xwe radestî QSD’ê dikin. Di nava du rojên dawî de hejmara DAIŞ’iyên bi mlabatên xwe re teslîm bûn gihîşt hezaran.    Tê gotin ku hêj di hundirê gund de nêzî 3-4 hezar DAIŞ’î bi malbatên xwe re hene. QSD’ê li dijî DAIŞ’iyên teslîmbûnê red dikin operasyonan zêdetir kir.    Di hefteyek dawî de heta niha 15 cihên girîng ji DAIŞ’ê hatiye rizgarkirin. Di saetên şevê de operasyonên tên lidarixistin ji aliyê kameraya Ajansa Mezopotamyayê (MA) ve hat qeydkirin. Kêliyên operasyonê hêjayî temaşekirinê ne.    MA / Nazim Daştan