Namzetên HDP'ê yên Amedê danezana hilbijartinê aşkere kirin: Em ê xizmeta pir zimanî esas bigirin 2019-03-13 14:10:09 AMED - Namzetên HDP’ê yên Hevşaredariya Bajarê Mezin a Amedê Hulya Alokmen Uyanik û Selçuk Mizrakli "Danezana Hilbijartinê ya Amedê" bi civîna çapemeniyê bi raya giştî re parve kirin. Namzetan diyar kirin ku ew dê xizmeta pir zimanî û civakî esas bigirin. Namzetan anîn ziman ku ew dê Sûra ku hatiye wêrankirin ji nûve ava bikin.   Namzetên HDP'ê yên Hevşaredariya Bajarê Mezin a Amedê Hulya Alokmen Uyanik û Selçuk Mizrakli, li Otelek Sûrê ya Amedê bi civîna çapemeniyê danezana hilbijartinê ya Amedê bi raya giştî re parve kirin. Namzetan bi navê “Danezana Hilbijartinê ya Amedê" xebat û projeyên xwe yên ji bo Amedê amade kirine parve kirin.    Namzetên Hevşaredariya Bajarê Mezin a Amedê Hulya Alokmen û Selçuk Mizrakli, Danezana Hilbijartinê aşkere kir. Namzetan çend sernavên danezana hilbijartinê wiha parve kirin:    “Em dê bi hevre biryarê bistînin û em dê bi hevre bi rêve bibin. Em armanc dikin ku demokrasiya raste rast têxin meriyetê. Gelê Amedê dê pêdiviyên Amedê diyar bike û em dê bi hevre ava bikin. Butçe ya Gel e û em dê bi hevre butçeya şaredariyê ava bikin û bi rêve bibin. Hemû hatin û lêçûna şaredariyê dê ji gel re vekirî be û zelal be. Em dê şaredariyê bistînin û dawî li feraseta qeyûm bînin. Em dê plana bajar a demokratîk pêş bixin. Em dê bajar ji betonê xelas bikin û keskahiya bajar zêde bikin. Em dê li xwezayê xwedî derkevin. Avahiyên bi rîsk em dê li cihê wan ava bikin û saz bikin. Em dê ragihandina civakî, erzan û ekolojîk pêş bixin. Em wekî jinan soz nadin. Em dê bi hevre ava bikin. Em Şaredariya Azadiya Jinê diparêzin. Hemû modela ku vina hemû jinan di navde hebe pêş bixin.  Em dê aboriya hearêmî bi hêz bikin û debara xwe li ser axa xwe bikin. Dê dilê çand û hunerê ji Amedê hilbibe. Em dê pir çandî û pir zimaniyê esas bigirin. Ji bo hunera demokratîk û civakî emê têbikoşin.    ŞAREDARIYA PIR ZIMANΠ   Bajarê Amedê bajarekî pir çandî û pir zimanî ye. Ji gelê kurd, turkmen, ermenî û gelên din pêk tê. Zimanê zikmakî hebûna însan e. Em dê şaredariya pir zimanî dîsa avabikin.  Em dê bajarekî ku dostê avhewayê be pêş bixin. Hewa. av û axê biparêzin. Em dê li dijî HES  û Santralên termîk têbikşoin. Em dê li daristanên xwe xwedî derkevin. Bajar ji betonê rizgar bikin. Dê her kes karibe bi hêsanî ji avê sûdê bigire. Ji ber ku av ji bo hemû zindiyan jiyan û giyan e. Ji bo her kesî zexîreyên zindî, xwezayî û rezen emê pêş bixin. Emê piştgiriyê bidin hilberîna xwezayî. Em dê bi hevre astengiyan ji holê rakin. Em dê bajarekî bê  asteng ava bikin.  Ji bo aştî û biratiyê em dê cureyên sporê pêş bixin. Em dê spora civakî pêş bixin. Spor dê xizmeta biratî û aştiyê bike. Me bi ciwanî dest pê kir, em dê bi civani berdewam bikin. Ciwan îro û siberoja civakê ye. Em wekî şaredarî de hemû polîtika û biryarên xwe bi ciwanan re hevpar amade bikin. Amed dê bibe bajarê zarokan. Zarok hemu xwedî mafê wekhev in. Em dixazin Zarokên Amedê azad û kêfxweş mezin bikin. Şaredarî dê civakî be û wekheviya civakî pêş bixin Em dê Amedê ji aferên xwezayî re amade bikin û yekîneyên xwe perwerde bikin. Em de mafê sewalan biparêzin. Dê bibe bajarê gelan û baweriyan. Amed ji dirokê de bajarê bawerî û gelan e û em dê  vî ruhê Amedê mezin bikin.   Amed dê bibe bajarê bingeha mafan. Dê bibe bajarê xizmeta tenduristiya wekhev û civakî. Amed dê nirxên herêmî û gerdûnî bigîne hev û bibe pira nabera nirxan. Sûrîcî cîhana hevpar e. Em dê Sûrê ji nûve ava bikin. Dê çemê Dîcleyê azad biherike. Em dê rê li pêşiya talankirin û werankirina Çelê Dîcleyê bigirin. Em dê Baxçeyên Hevselê bikin xezîneya xwezaya cîhanê."