Li Tirkiye herî zêde li Riha dayik bi welidînê dimirin 2019-03-13 16:16:54   RIHA - Odeya Tabîban a Rihayê bi minasebeta 14'ê Adarê Cejna Tipê rapora tenduristiyê ya Rihayê aşkere kirin. Odeyê di raporê de diyar kir ku li Tirkiye herî zêde li Rihayê zarokên diwelitin û dayik bi welidîna zarokan jiyana xwe ji dest didin.    Odeya Tabîban a Rihayê bi minasebata 14'ê Adarê Cejna Tipê rapora tenduristiyê ya Rihayê aşkere kirin. Odeyê rapor li avahiya odeya xwe aşkere kirin. Di civînê de Serokê Yekîtiya Tabîbên Tirk ê berê Reşit Tukel û Eriş Bilaloglu û gelek xizmetkarên tenduristiyê amade bûn. Li salonê pankarta “Êdî bes e, ji tundiya di tenduristiyê de bes e" vekirin. Serokê Odeya Tabîban a Rihayê Omer Melik, rapor aşkere kir û diyar kir ku her diçe mafê civakê yê tenduristiyê xera dibe. Melîk, anî ziman ku pirsgirêkên derdikevin holê sedema wan polîtikayên şaş ên der barê tenduristiyê de ne. Melik, rapora tenduristiyê ya salekê aşkere kir û wiha got: "Li Rihayê di salekê de serê hekîmekî 3 hezar û 304 kes in. Li gorî daneyên Saziya Îstatîstkan a Tirkiye (TUÎK) rêjeya mirina zarokan ji hezar pitikî ji sedî 14,4 ye. Lê li Tirkiye ev rêje ji sedî 9,1 e. Li Tirkiye rêjeya dayikên di welidinê de jiyana xwe ji dest didin ji sedî 14,6 ye. Lê ev rêje li Rihayê ji sedi 31,17  e. Li Tirkiye herî zêde li Rihayê dayik di welidîna zarokan de jiyana xwe ji dest didin. Dîsa rêjeya welidînê li Tirkiye ji sedi 2,07 e. Li Rihayê jî ij sedî 4,29 e. Disa rêjeya herî zêde dayik diwelidin Riha ye. Sedama vê yekê jî ji ber derzîkirinê red dikin. Dîsa li hemberî derziyan hasasiyet zêde dibe."    Melik, anî ziman ku bi ked, zanîn û cerebeyên xwe hewl didin ku bêtir xizmeta civakê bikin û wiha bi dawî kir: "Armanca me ya esil em mafên hekîman biparêzin. Şertên wan ên jiyanê baş bikin. Dîsa xizmeta tenduristiyê ya serkeftî bidin civakê. Em dixwazin li gorî rûmeta pîşeya xwe bijîn."