Leyla Guven ji parlementerên di greva birçîbûnê dene re peyam şand 2019-03-13 16:18:44   AMED - Keça Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a 126 rojin li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê deye Sabîha Temîzkan, çalakgerên li avahiya HDP’ê di greva birçîbûnê de ziyaret kirin. Temîzkan, diyar kir ku dayîka wê Leyla Guven bi morale û di wê baweriyê deye ku hûnê bi ser bikevin.   Berxwedana Hevseroka Kongreya Civaka Demnokratîk (KCD) û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven a bi armanca rakirina tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kir, di roja 126'emîn de didome. Keça Guven Sabîha Temîzkan, çalakiya greva birçîbûnê ya Parlementera HDP’ê Dersim Dag 3’yê Adarê û Parlementerên HDP’ê Teyîp Temel û Mûrat Sarisaç ên di 8’ê Adarê de li avahiya HDP’ê ya Amedê dest pê kirin, ziyaret kir.    ‘PIR ZÊDE BAWER DIKE KU HÛNÊ BI SER BIKEVIN’   Leyla Guven silav û şekir ji çalakiya HDP’iyan re şand. Sabîha Temîzkan, di serdanê de, diyar kir ku dayîka wê Leyla Guven bi morale û di wê baweriyê deye ku hûnê bi ser bikevin. Temîzkan, anî ziman ku li ser milê wê berpirsiyartiyek mezin heye û got: “Ji bo hevalên di girtîgehan de, li Hewler û Galler pir bi fikare. Lê di wê baweriyê deye ku hûnê bi ser bikevin.”   Parlementerên HDP’ê jî, darbarê rewşa tenduristiya Leyla Guven de agahî ji keça wê Temîzkan girtin.