Girtiyek din jî li dijî tecrîdê dawî li jiyana xwe anî 2019-03-24 13:15:00 ERZIROM -  Zehra Saglam a li Girtîgeha Tîpa T a Oltuyê dimîne bi armanca tecrîdkirina Ocalan protesto bike dawî li jiyana xwe anî. Polîsan cenaze wergirt û birin navçeya Gimgimê ya Mûşê.  Li girtîgehê girtiyek din jî li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dawî li jiyana xwe anî. Zehra Sağlam a li Girtîgeha Tîpa T a Oltuya Erziromê ku dima li dijî tecrîdkirina Ocalan dawî li jiyana xwe anî. Hat zanîn ku Saglam ji navçeya Gimgimê ya Mûşê ye û polîsan cenazeyê wê ber bi Gimgimê ve derxistine rê. Hat zanîn ku malbata Saglam a derket rê dê polîs bi rê de cenaze radestî wan bikin.    Zulkuf Gezen li Girtîgeha Tekîrdagê û Ayten Beçet jî li Girtîgeha Gebzeyê li dijî tecrîdkirina Ocalan dawî li jiyana xwe anîbûn.