Namzetên Hevşaredariya Îdirê banga mitîngê kirin: Mitîng dê bibe mizgîniya 1’ê Nîsanê 2019-03-25 09:02:43 ÎDIR – Namzetên HDP’ê yên Hevşaredariya Îdirê Eylem Çelîk û Yaşar Akkuş banga beşdariya mitînga xwe ya fînalê kirin û gotin: “Nîşandana vîna gelan a di 29’ê Adarê de wê bibe mizgîniya 1’ê Nîsanê.”  Rêxistina HDP’ê ya Îdirê bênavber xebatên xwe yên hilbijartina xwecihî ya 31’ê Adarê didomîne. Di 29’ê Adarê de dê li Îdirê mitîng li dar bixe. Namzetên HDP’ê yên Hevşaredariya Îdirê Eylem Çelîk û Yaşar Akkuş banga beşdariya mitîngê kirin û gotin wê tevî hemû astengiyan jî gel di 31’ê Adarê de bersivê bidin îktîdarê.    ‘NIJADPERESTIYÊ DIKIN’   Çelîk da zanîn ku bêyî cudakariyê bixin navbera tu kesî derî bi derî geriyan û got: “Li her cihê em çûnê me qala projeyên xwe kir. Dewlet bi destê medyayê dixwaze îradeya gelan a li Îdirê têk bibin. Me şev û rojên xwe kir yek. Di çend rojên dawî de xebatên me berfirehtir bûn. Di pêvajoya hilbijartinê de ji hevjîna walî bigire heta karmendan li dijî HDP’ê xebat birêve birin. Ji bloka AKP-MHP’ê re deng kom dikin. Divê em li hembe rewşek wiha şaş nemînin. Ji ber ku Tirkiye faşîzm heye. Bi salane gelê me yê Îdirê li bajêr tengezariya dijî. Çimkî li Îdirê li ser bingeha nijadperestiyê polîtîka û siyaset tê birêvebirin. Em bi bawerin wê biratiya gelan a a li bajêr destûrê nede polîtîkaya nijadperestiyê.”    ‘WERIN EM VÎNA GELAN NÎŞAN BIDIN’    Çelîk anî ziman ku ew di xebatên xwe yên berê de bi gellek astengiyan re rû bi rû mane û di vê pêvajoyê de propogandeyek nijadperest a eşkere li dijî wan hat kirin. Çelîk got tevî hemû têgihiştina nijadperest, zext û astengiyan jî wan bi paş ve gav neavêtiye û xebatên wan di rêyek rast de ne. Çelîk got tiştek ew wind bikin nîne û dê Îdirê bikin bajarê hêviya gelan û aştiyê. Çelîk banga xwedî derketina dengan kir û got: “Di 29’ê Adarê de em mitînga xwe fînalê li dar dixin. Nîşandana vîna gelan a di 29’ê Adarê de wê bibe mizgîniya 1’ê Nîsanê.”    ‘29’Ê ADARÊ MIZGÎNIYA 1’Ê NÎSANÊ YE’    Namzetê Hevşaredariyê Yaşar Akkuş jî diyar kir ku hemû şahiyên wan ên mehek dawî bi hêceten pûç hatine astengkirin û wiha got: “Tevî hemû astengkiyên wan jî me bi alternatîfên xwe xebatên xwe kirin. Em dizanin ku serkeftin ya me ye. Em ê biratî û aştiyê li Îdirê ava bikin. Em ê siyasetek û şaredariyek demokratîk birêve bibin. Divê ku Waliyê Îdirê ewqas nebûya alîgir. Em bi bawerin em ê hemû planên çewt ên li pêşiya me vala derbixin. Em bi bawerin wê di 1’ê Nîsanê de aştî, aramî û biratiya heyî serdest bibe. Niha i pêşiya me mitînga me ya di 29’ê Adarê de heye. Nîşandana vîna gelan a di 29’ê Adarê de wê bibe mizgîniya 1’ê Nîsanê.”    MA / Ayşe Surme