TJA: Dê têkoşîna me ya şikandina tecrîdê dewam bike 2019-03-27 13:46:45   AMED - TJA , diyar kir ku ji bo şermezarkirina tecrîdê li girtîgehan 3 jinan dawî li jiyana xwe anîn û got: "Dê têkoşîna me ya şikandina tecrîdê berdewam bike."   Tevgera Jinên Azad (TJA), derbarê mirinên li girtîgehan rû dan de daxuyaniyek nivîskî weşand û bal kişand ser krîtîbûna çalakiyên grevên birçîbûnê. Di daxuyaniyê de grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat bi bîr xistin, hat gotin grevên birçîbûnê hatine ber rewşeke krîtîk û hat gotin li dijî rejîma êşknceyê ya li Imraliyê ya li ser Ocalan girtiyên bi navê Ayten, Zehra û Medya çalakiyên fedaî pêk anîne.   TJA di daxuyaniya xwe de wiha got: "Hevrêyên me Ayten, Zehra û Medya bi çalakiyên ku kirine bûne yek ji pêşengên jin ên têkoşîna azadiyê, bi baweriya xwe û wêrekiya xwe zilma faşîzma AKP-MHP'ê û rûyê yê wan ê dilneşewat careke dî teşhîr kirine."   TJA'yê li dijî revandina cenazeyên Ayten, Zehra û Medya yên ku çalakiyên fedaî li zindana kirin, helwest nîşan da û got, ''Ji hêla polîs û jandarmayan ve bi rengekî korsanî revandina cenazeyan a ji malbatan, nîşan dide ku faşîzma AKP-MHP'ê çi qasî ji berxwedêrên ku bûne qêrîna berxwedanê ditirse.Li dijî van êrîşên faşîst, di şexsê Rêberê  Gele Kurd Abdullah Ocalan de ku di serî de hêviya jiyanê ya gelên Tirkiyê û gelên Rojhilata Navîn e, em ê xwe ji şikandina tecrîdê nedin paş û tim jiyana bi hev re bixwazin. Bi vê çarçoweyê di serî de jin, em bang li hemû derdorên dilxwazê aştiyê dikin ku tecrîdê bişkînin û li dijî van êrîşên faşîst li ber xwe bidin, bi biryardariya serkeftinê, di serî de bibin dengê  pêşenga berxwedanê Leyla Guven û hemû berxwedêran.''