Ji bo îşkenceya li xelfetiyê lêpirsîn hat destpêkirin 2019-07-02 09:22:46 RIHA - Di çarçoveya lêpirsîna ji bo îşkenceyê ya li Xelfetiyê, îfadeya mexdûran hat girtin û ji bo tespîtkirina îşkenceyê sewqî ATK'ê hatin kirin. Lê hîn jî der barê polîsên peywirdar de tu tişt nehatiye kirin.  Li Taxa Dêrto ya Xelfteiya Rihayê, di 18'ê Gulanê de pevçûnek qewimîbû û di pevçûnê de yek jê amîrê polîsan 3 kes miribûn. Piştî bûyerê li gelek taxên Xelfetiyê 51 kes hatibûn binçavkirin û hatibû gotin hatine îşekencekirin. Baroya Rihayê ji bo van îdiayan gilî kiribû û lêpirsîn hatibû destpêkirin. Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Rihayê de, ji 13 kesên hatibûn girtin 12 jê anîn Edliyeya Rihayê ûîfadeyên wan hatin girtin.    GILIYÊ POLÎSAN KIRIN    Her 12 welatî, îşkenceya li wan hatibû kirin ji dozger re vegotin û giliyê polîsan kirin. Hat diyarkirin ku dozger kesên hatine îşkencekirin wan şandine saziya tiba edlî (ATK) û li ATK'ê hatine muayenekirin.   SEWQÎ ATK'Ê HATIN KIRIN   Endamê Desteya Rêvebir a Baroya Amedê û Koordînatorê Navenda Mafên Mirovan Parêzer Mevlut Guneş, bilêv kir ku piştî pevçûn li Xeleftiyê gelek kesan serî li Navenda Mafên Mirovan daye û li ser vê ew jî daxilî lêpirsînê bûne û ji bo îdiayên îşkenceyê bên tespîtkirin tev geriyane. Guneş, anî ziman ku li gor lêkolînên wan kesên hatine binçavkirin piranî hatine îşkencekirin û got: "Piştî me serlêdan pêk anî Serdozgeriya Komarê ya Rihayê lêpirsîn da destpêkirin. di çarçoveya lêpirsînê de îfadeya kesên hatine berdan hat girtin û sewqî ATK'ê hatin kirin."    Guneş, bi bîr xist ku ji kesên hatin binçavkirin 13 kes hatine girtin û got: "Îfadeya kesên hatine girtin jî hat girtin û sewqî ATK'ê hatin kirin. Em dikarin bêjin ku kesên îşkence li wan hatine kirin û serî li baroy me dane îfadeya hemûyan hatiye girtin. Tenê çend kes mane. Çend roj şûnde wê îfadey wan jî bê girtin. Baroya me bi baldariyî lêpirsînê dişopîne."    Guneş, diyar kir ku der barê polîsên peywirdr de hîn jî tiştek nehatiye kirin.