Hevşaredarên Peyas û Yenîşehîrê diyar bûn 2019-07-03 12:21:23 AMED – Desteya Navendî ya Rêveberiyên Xwecîhî ya HDP’ê hevşaredarên Peyas û Yenîşehîrê diyar kir.  Hevşaredarê Peyasê yê HDP’î Necat Pîrînççîoglu û Hevşaredarê Yenîşehîrê yê HDP’î Îbrahîm Çîçek di hilbijartina xwecihî ya 31’ê Adarê de hatibûn bijartin. Ji ber ku her du nav jî bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de (KHK) hatibûn îxrackirin, girteya wan nedan wan.    Li ser vê yekê Desteya Navendî ya Rêveberiyên Xwecihî ya HDP’ê ji bo hevşaredarên Peyasê û Yenîşehîrê diyar bike bi Rêxistina HDP’ê ya Amedê re xebata meylê birêve bir. Di encama xebata hat kirin de bi koma endamên meclîsa her du şaredariyan jî civîn li dar xist.    Di dawiya civînê de Endamê Meclîsa Şaredariya Yenîşehîrê Mehmet Devîren kirin Hevşaredarê Yenîşehîrê û Endamê Meclîsa Şaredariya Peyasê Davut Keser jî kirin Hevşaredarê Peyasê.