Li Girtîtgeha Panosê girtî derp kirin 2019-07-03 12:36:02 AMED - Malbata Abdulhadî Ay ê li Girtîgeha Tîpa L a Panosê, diyar kir ku gardiyenan kurê wan darp kirin û perasiyê wî şikandine. Malbatê, derbarê berpirsiyaran de serlêdana sûc kirin.  Hat diyar kirin ku li Girtîgeha Tîpa L a Panos a Agiriyê, Abdulhadî Ay ê ji ber bûyerek edlî hikumxwarî, ji ber ku belgeyek naveroka wê ne dizanî nexwest îmze bike, ji aliyê gardiyenan ve hat derpkirin.    Malbata Ay, derbarê tundiya li kurê wan hat kirin de, serî li Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Amedê da, xwest berpirsiyar bên tespît kirin û ceza kirin. Malbatê, bi navbeynkariya Serdozgeriya Komarê ya Dicle serî li Serdozgeriya Komarê ya Panosê da û serlêdana sûc kir.   Birayê Ay Sadik Ay ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivî û diyar kir ku birayê wî 10 salin girtiye û 2 salin li Girtîgeha Tîpa L a Panosê tê girtin.   Ay, da zanîn birayê wî di 26’ê Hezîranê de ji aliyê gardiyenan ve hatiye derpkirin û wiha got: “Gardiyan tên qawîşa birayê  min lê dimîne  û jê dixwazin belgeyekê îmze bikin. Ji ber ku birayê min naxwaze belgeye îmze bike, 5 gardiyan wî derp dikin û rastî heqaretên gardiyenan tê. Hevalê birayê min Ayhan Demîr jî derp dikin.”    Ay, dest nîşan kir ku parêrzer, li vê yekê çûye hevdîtina birayê wî û hevdîtin kirin. Ay, anî ziman ku parêzerê hevdîtin bi birayê min re kir, ev tişt ji wan re gotin: “Çavekê wî reş û şîn bibû û girtî bû. Di serê wî de şopên lêdanê hebûn. Perasiyekê wî jî şikandine. Min ji rêveberiya girtîgehê rapora lêdanê xwest, lê rapor nedan min.” Ay, diyar kir ku ew dixwazin berpirsiyar bên cezakirin û birayê wî sewqî girtîgehek din bikin.